Jina kel û pelên dîrokî kom dike: Bila mîrateya dîrokî winda nebe

  • 09:04 13 Tebax 2022
  • Çand û Huner
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Hemdiye Arslan a 74 salî ye 60 sal in kel û pelên dîrokî dide hev. Herçiqasî malbat ji bûyerê gilîdar jî bin ew dev ji hezkirina xwe berneda. Ji her çandî û ji her nîjadî nîşaneyan kom dike. Li gel komirinê bi nexşên xwe jî dixwaze çanda kevin bide jiyîn. Xeyalê wê jî ew e ku ev mîrateya dîrokî wenda nebe.
 
Hemdîye Arslan (74) ji 14 saliya xwe ve kel û pelên dîrokî yên girêdayî çanda Kurdan, Suryaniyan, Ermeniyan û her wiha yên nîjadên li Mîdyadê jiyane kom dike. Li gel kel û pelên dîrokî bi nexşên çêkiriye jî, ji pêşerojê re mîrateyekê dihêle.
 
Ji zarokatiya xwe ve nexşan çêdike
 
Hemdiye Arslan, di salên 1948’an de li gundê Bahwerê yê girêdayî navçeya Mîdyada Mêrdînê ji dayik dibe. Hemdiye ji dapîra xwe ya ku nexşan çêdike bi bandor dibe. Ew jî hewil dide dirûna cilan dike. Bi dirûnê re sînordar namîne û vê hezkirina xwe vedigerîne hunerek xweş. Tiştên li derdora xwe dibîne li ser perde û cilan neqş dike. Tiştên kevnar bala wê dikşîne û ji bo wenda nebin wan xêz dike û li gel xwe dihêle. Çîroka komkirina kel û pelên dîrokî û hunera Hemdîyeyê, bi vê re dest pê dike.
 
Bi salan e dev ji komkirinê berneda
 
Hemdiye ji 14 saliya xwe ve alavên dîrokî, kom dike. Di 16 saliya xwe de dema dizewice jî vê meraqa xwe dide berdewamkirin. Ji zêr, zîv, cer, meşk, alavên malê, sindoq, perde, cilên berê, kefye û weke din nexşên destan li gel xwe kom kirine. Xaniyê wê yê biçûk ji van kel û pelan tije ye û cihê meşê tune ye. Hemdiye wiha diaxive: "Heta niha min bi xwesteka xwe tiştek nefirotiye yan jî nedaye. Ji xeynî mecbûrmayinê. Ger ji bo kêşanê yan pêwîstiyê dixwazin, ez didim û piştre dubare li min vedigerînin. Ji ber li gel min be baştir e. Ez li wan miqate dibim."
 
‘Armancên min hene’
 
Hemdiye di vê navberê de tiştên çêkiriye nîşan dide û wiha dibêje: "Emrê min diçe. Ez kal bûme. Hîna armancên min heye. Hîna ji çav û destan nebûme, dixwazim gelek nexşan çêkim. Nexşên dê û dapîrên me ne. Ez naxwazim winda bibin û werin jibîrkirin. Hîna ez nemirîme divê weke mîrate bihêlim."
 
‘Em qîmeta çanda xwe nizanin’
 
Hemdîye beriya demekê nexweşiya pençeşêrê derbas dike. Ji ber giraniya rewşa wê zarokên wê gelek kel û pelên wê difiroşin û di ber nexweşxaneyê de didin. Hemdiye baştir dibe lê ji ber gelek tiştên berhev kiriye, çûne xemgîn dibe. Hemdiye dibêje: "Ez piştî mirinê jî dikim wesiyet, pêwîst e ev kel û pelên çanda me didin nîşandan, bimînin. Ez ji bo peran kom nakim. Naxwazim wenda bibin. Em qîmeta gelek tiştan nizanin. Her tişt pere nîne. Min bi nexşên xwe bi karê destan dirav qezenç dikir. Lê min nexşên xwe nefirot. Ew ne ji bo pere, ji bo pêşerojê bûn. Xwezî kes hatiban min hînî wan kiriban. Bila ciwanên me fêr bibûna. Lê mixabin kes naxwaze êdî. Niha daxwaza min ew e ku ev kel û pelên min beyhûde neçin. "