Dê NÇM şeva piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar bixe

  • 13:26 11 Tebax 2022
  • Çand û Huner
 
STENBOL - Dê NÇM di 28'ê Tebaxê de li Navenda Çandê ya Cemil Candaş, bi çapemeniya azad re şeva piştevaniyê, li dar bixe.
 
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dê di 28'ê Tebaxê de li Navenda Çandê ya Cemil Candaş, bi çapemeniya azad a tê xwestin bi girtin û zextê bê çewisandin re şeva piştevaniyê, li dar bixe. Dê Koma Aryen, hunermend Kadir Çat, Bandista derkevin ser dikê. Dê firotina bilêtan a ji bo şeva piştevaniyê ji ser siteya înternetê ya PASSO'yê bê kirin.