Li Bazîdê kursa zimanê kurdî

  • 14:29 3 Tebax 2022
  • Çand û Huner
 
AGIRÎ - Ji bo balê bikişînin ser perwerdeya bi zimanê dayikê ji hêla Rêxistina HDP’ê ya Bazîdê ve ji bo zarokan kursa zimanê kurdî hat vekirin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Bazîdê ji bo bale bikişîne ser perwerdeya bi zimanê zikmakî ya zarokan û girîngiya perwerdehiya bi kurdî ya ji bo zarokan li avahiya xwe dest bi kursa perwerdehiya kurdî kir. 
 
Bi zaravayê kurmancî yê kurdî dê ders bê dayîn. Heta niha 10 zarokan qeydê kirine û dest bi perwerdehiyê kirine. Hevserokê HDP’a Bazîdê Serhat Ceylan ji bo hin bêtir dersa wan a ziman xurt derbas bibe gazî malbatên li navçeyê kir û xwest ku malbat biçin kursa zarokên xwe bikin.