'Di şanoyê de rengê jinê, rengekî pir xweşik û cuda ye'

  • 09:02 1 Tebax 2022
  • Çand û Huner
 
KOBANÊ - Têkildarî mijara xebatên şanoyê, jin di qada şanoyê de bi çi rengî tev digerin, jinên di nava xebatên şanoyê de cihê xwe digirin wiha gotin: "Di şanoyê de rengê jinê, rengekî pir xweşik û cuda ye."
 
Jinên di nava xebatên şanoyê de cihê xwe digirin li ser xebatên xwe hest û nêrînên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku şano ji bo wan nirxekî pir buha û pîroz e û wiha pê de çûn:"Em di her kêliyê de hestên xwe ji berê xurtir dikin. Em her demê xwe di milê şanoyê de perwerde dikin û tevgera xwe berfirehtir dikin, ji bo ku em bibin çav, ziman, reng û dengê civakê."
 
'Şano ji bo min nirxekî pir buha û pîroz e'
 
Ji Rêveberiya Koma Şanoyê ya Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kantona Kobanê Leyla Ehmed, di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Şano ji xwe rastiya civakê ye, ez bi vî çavî li şanoyê dinêrim. Her wiha hezkirina min jê re gelek e. Ev 10-15 sal in ez di şanoyê de rola xwe dileyizim. Di heman demê de jî ez jinên di nava civakê de perwerde dikim ji bo ew jî ji beşa şanoyê hez bikin. Dema ku ez cihê xwe di şanoyê de digirim, ji min re şano nirxekî pir buha û pîroz e. Ji ber ku ez rastiya azadiya xwe di hundirê şanoyê de dibînim, her wiha ez hestên xwe êşên xwe, hêz û vîna xwe ya mezin di hundirê şanoyê de pêşkêşî civakê dikim. Şano ne mijareke bi devkî were şîrovekirin e. Yanî dema di nava huner ê de, ez tiştekî meraq bikim an jî bala min bikşîne, pêwîstiya min bi piratîkên wê heye."
 
'Ji xwe re tu sînoran nekin asteng'
 
Leylayê bal kişand ser hezkirina ji bo şanoyê û wiha lê zêde kir:"Hezkirina şanoyê di dilê min de gelekî fireh û mezin e. Her wiha gelekî jî dixwazim tê de xwe kûr bikim û li ser vê yekê xwe ava bikim, ji berê bêhtir xurt tev bigerim. Ji ber vê jî ez her dem dixwazim ku li pey şanoyê û kûrahiya wê, lêgerînan bikin û lêkolînên xwe yên cuda çêbikim, ji bo ji berê bêhtir evîna xwe ji şanoyê re xurt bikim. Ez ji her jin û kesên din daxwaz dikim ku xwe di qada şanoyê de pêş bixin, ji xwe re tu sînoran nekin asteng."
 
'Ez pir kêfxweş im ku min dev ji xebata şanoyê bernedaye'
 
Emel Ebd El-Henan Îbo ya ji Herêma Efrînê ye diyar kir ku ew gelekî ji şanoyê hez dike û wiha pê de çû:"Ez ji bajarê Efrînê me, ez di sala 1999'an de tevlî xebatên şanoyê bûme. Ez bazdanê û reqsê dikim. Ew jî yek ji hunerên herî xweş ên balkêş ên di cîhanê de ye. Di heman demê de jî endama şanoyê me, ez pir ji şanoyê hez dikim. Ji ber ku ez xwe di nav de temam dikim. Çawa evîneke min a mezin jê re heye, her wiha gelekî tê de jêhatî me. Ji ber demek dirêj e vî karî dikim. Êdî tecrubeya min tê de gelekî bi hêz û xurt bûye. Min berê karê şanoyê li Efrînê dest pê kir, pişt re ez derbasî Helebê jî bûm. Ez li wê derê jî xebitîm. Piştî wê jî ez a niha li Kobanê me, ez pir kêfxweş im ku min dev ji vê xebatê berneda."
 
'Di şanoyê de rengê jinê, rengekî pir xweşik û cuda ye'
 
Emelê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ez pir hez dikim jinên weke min ji Efrînê, ji Kobanê ji tevahî cîhanê, werin xwe di şanoyê de bibînin ka jin bi çi rengî xuya dike. Ji ber ku bi rastî di şanoyê de rengê jinê, rengekî pir xweşik û cuda ye."
 
'Ji bo ku em bibin çav, ziman, reng û dengê civakê'
 
Şanogera Navçeya Sirînê Leyla Qehro di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew weke jineke ciwan li hember her astengiyê bûye bersiv û dev ji şanoya xwe bernedaye û wiha pê de çû:"Ev 4 sal in ez xebata şanoyê dikim, ez di van salan de fêrî gelek tiştan bûm. Çawa rastiya di nava gel de ez dikarim derxînim, ji her kesî re vê yekê destnîşan bikim? Li ser vê yekê gelekî xebitîm. Em di her kêliyê de hestên xwe ji berê xurtir dikin. Em her demê xwe di milê şanoyê de perwerde dikin û tevgera xwe berfirehtir dikin, ji bo ku em bibin çav, ziman, reng û dengê civakê."
 
'Rengê xwe yê resen pêşkêş bike'
 
Leylaylê wiha dawî lê anî: "Ez niha dixebitim ku di pêşerojê de mohra me ya taybet di rûpelên dîrokê de hebe. Ji ber vê jî kedek mezin em didin. Dema diçim cihekî li der dora xwe meyze dikim ka ez ê çi rastiyê di şanoya xwe de derxim pêş. Hêviya min ew e ku her jineke ciwan beşdarî şanoyê bibe, xwe tê de teqez bike û rengê xwe yê resen pêşkêş bike."