Kumru Babat kilamên xwe li ser êş zilm û berxwedanê dibêje

  • 09:04 22 Tîrmeh 2022
  • Çand û Huner
 
ŞIRNEX - Kumru Babat a ku li ser êş û zilma li kurdan tê kirin kilaman dibêje ev tişt got: “Ez li ser êşa dilê xwe dibêjim. Li ser êşa ciwanên kurdan dibêjim. Yên ku li ber xwe didin û têdikoşin  tînim bîra xwe li ser wan dibêjim.”
 
Li Kurdîstanê hema hema her mal û malbatek çîrokeke wan heye.  Ew çîrokên ku bi êş û zêmaran hatine honandin taybetmendiya wan ew e ku miro li tevî van êşan têkoşîn û berxwedana hatiye dayîn dibîne.  Gelê Kurd ku bi salan e ji bo nasnameyek ser bi xwe û jiyanek azad berdelên giran dide, bi biryar, bi bawerî û bi seknekê polîtîk dimeşe û têkoşîna xwe belavî cîhanê dike.
 
Serpêhatiya erdnîgariyê rastiya civakê derdixîne holê. Bêguman ew rastî jî xwe dispêre şêwaza jiyanê, çand û kevneşopiya wê civakê. Kurd li dijî zilm û zordestiya ku li wan hatiye kirin û berdewam dike tim bi rêbazên cûr bi cûr xwestine êşên xwe vebêjin. Car hatiye ev êşên xwe bi kilaman û car jî hatiye bi nexşên ku li ser mafûr û berikan çêkirine êşa dilê xwe vegotine.  Yek ji van kesên ku êşa dilê xwe bi kilaman vedibêje jî Kumru Babat a ku deriyê xwe ji me re vekir. Kumru, li ser êş û zilma li kurdan tê kirin kilaman dibêje û nexşan çêdike.
 
‘Xweziya xwe bi demên berê tînim’
 
Kumruya ku dibêje ew temenê xwe yê rast nizane li gorî nasnameya xwe 60 salî ye.  Kumru  li Cizîra Botan ji dayik bûye, ev 40 sal in li navçeya Hezexê ya Şirnexê dijî. Kumruya ku ji malbatek koçer e heta temenê xwe yê 17 salî koçerî kiriye û piştî ku di 17 saliya xwe de tê zewicandinli Hezexê bi cîh dibin. Kumru, di destpêka axatina xwe de xwezî bi demên berê anî  û got, "Edî tu tişt wekî bere bi qîmet nîne. Zarokatiya min bi koçeriyê derbas bû. Em tim li zozanên Çemê Karî bûn. Me bêrîvanî dikir û em xwedî pez bûn. Me pez didot û me jê bi her awayî sûd digirt.”
 
‘Em bi dilekî rehet nikarin razên’
 
Kumru, anî ziman ku kurda zilma dewletê zêde dîtine û zilma niha ji ya salên 90’î cûdatir nîne. Kumru, got: “ Em jiyanê derbas dikin.  Lê tenê derbas dikin. Ji me re jiyanek xweş û aram nehiştin. Jiyana me di bin tirs û zilmê de derbas dibe. Girtin heye, kuştin heye û şer heye. Em bi dilekî rehet nikarin razên. Em tim di bin fikara wê sibê çawa bibe de ne. Niha jî ew zilm û tirs bi heman şiklî berdewam dike. Avahiya me gelek caran hate gulê barandin. Lê dîsa jî em ji xaniyê xwe derketin. Li Hezexê di qedexeya derketina derve ya 2015'an de dewletê bi balafiran gulebaran kir.  Di encamê de yek jê jin 3 kes di nav malên xwe de hatin kuştin. Hevjînê min jî di odeyekê de bû guleyek di ber serê wî re derbas bû.”
 
‘Li dijî zilmê yekitî divê’
 
Kumru, bilêv kir ku divê li dijî vê zilmê kurd yekitiya xwe ava bikin û got: “Em kurd jî tevî vê zilmê li xwe xwedî dernakevin. Em nabin yek û heta niha jî em di bin wê zilm û zordariyê de ne. Banga min ji bo kurdan ew e ku ji bo em ji bin zilma dewletê xelas bibin û em jî jiyanek azad bijîn li ber xwe bidin. Bi milyonan kurd hene.  Lê em ji mafên xwe bêpar in û nasnameyek me serbixwe nîne. Netewên ku hejmara wan milyoneke nasnameya wan heye û xwedî maf in. Em diçin sazî û dezgehên dewletê ji ber ku zimanê me qedexe ye em nikarin bersîva xwe bidin. Zimanê me nas nakin lê yê xwe li me ferz dikin.”
 
‘Li ser êş û zilmê kilaman dibêjim’
 
Kumru, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî vê zilmê jî bêguman têkoşîn û berxwedanek hatiye honandin û wiha pêde çû: “Gava ku dayikan evqas êş û zilm dikişandin ji bo ku êşa wan sivik bibe, êşa xwe parve bikin li ser zarokên xwe lorandine û kilam gotine. Bi vî awayî  hinek jî be êşa xwe ji dilê xwe avêtine. Bi taybetî jî ew çand bi deste dayikên kurdan hatiye berdewamkirin. Ez li ser êşa dilê xwe dibêjim. Li ser êşa ciwanên kurdan dibêjim. Ên ku li ber xwe didin û têdikoşin  tînim bîra xwe li ser wan dibêjim.”
 
‘Naxwazim çanda me winda bibe’
 
Kumruyê, di heman demê de nexşan jî çêdike û ji bo ku ew kevneşopiya karên bi destan winda nebe hewil dide. Kumruyê, got: “Di demên berê de jinan gelek karên destan çêdikirin. Çandekê me ya dewlemend heye. Lê mixabin niha tê windakirin. Gava ez vê rewşê dibînim xemgîn dibim. Me tevn çêdikir, teşî dirêsa. Her wiha gelek amûrên me yên ji bo tevnê hene. Ez hê jî van vedişêrim. Ew ji salên koçertiyê heta niha ligel min mane û hiltînim.  Ez dixwazim ku heta ez sax bim bila bimînin. Min dixwest nifşê me yê nû jî wê çandê biparêze. Di çanda me ya çêkirina nexşan d dîrok û gelek çîrok hene û bila neyên ji bîr kirin.”