Serlêdanên ji bo qursên zimanê kurdî dest pê kirin

  • 12:09 21 Tîrmeh 2022
  • Çand û Huner
 
AMED - Têkildarî qursên zimanê kurdî MED-DER'ê li ser malpera xwe ya medyaya dîjîtal da zanîn ku  serledanên wan ên ji bo qursên zimanê kurdî dest pê kirine.
 
Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) li ser malpera xwe ya medyaya dîjîtal ragihand ku serledanên wan ên ji bo qursên zimanê kurdî yên rû bi rû û online dest pê kirine. MED-DER'ê da zanîn ku kesên dixwazin beşdarî qursan bibin, dikarin formê tije bikin û li gorî daxwaza xwe dersên rû bi rû yan jî online hilbijêrin. 
 
Di qursên MED-DER'ê de sê ast hene û di qursan de dersên zaravayên kurdî yên kirmanckî û kurmancî tên dayîn.