Koma Jinên KAYY-DER'ê li dijî asîmîlasyonê bi kurdî distirê

  • 09:06 21 Tîrmeh 2022
  • Çand û Huner
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL  - Koma Jinên KAYY-DER'ê, 11 sal in li dijî asîmîlasyonê bi Zimanê kurdî ku zimanê wan ê zikmakî ye distirê û derdikeve ser dikê. Endama Komê Zeynep Kuloglu, diyar dike ku ew deyndarên kesên ku ji bo kurdî bedel dane ne û bang li her kesî kir ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin.
 
Ligel asîmîlasyon, qedexe û zextên ku dewletê bi sedsalan li ser Zimanê Kurdî didomîne jî ziman û çanda kurdî hebûna xwe didomîne. Komeleya Alîkariya Civakî, Pêşketin û Çandê ya Navçeyên Kigî, Karakoçan, Adakli, Yayladere û Yedîsuyê (KAYY-DER) ku 31 sal berê li Stenbolê ji bo parastina çanda kurdî hat avakirin, xebatên xwe bê navber didomîne.
 
Koma jinan ava kir
 
 Li KAYY-DER'a ku ji bo kesên ji ber zextên dewletê hatine koçberkirin çanda xwe biparêzin, hat avakirin, pergala hevserokatiyê heye.  Di nava komeleyê de koma muzîkê ya bi navê Koma Jinên KAYY-DER jî heye. Bi vî awayî 11 sal in hunermendên jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî û zimanê dayikê hunera xwe pêş dixin.
 
Em bi endama Koma Jinên KAYY-DER'ê Zeynep Kuloğlu re li ser armancên koma wan û girîngiya zindîkirina çanda kurdî axivîn. 
 
Ji bo mirovên di salên 90'î de koçber bûne hat damezrandin
 
Zeynep, anî ziman ku ji bo kurdên di salên 90'î de ji aliyê hêzên dewletê ve gundên wan hatin valakirin û hatin koçberkirin ziman û çanda  xwe biparêzin, KAYY-DER hat avakirin û wiha got: "Ders û perwerdeya bi  kurdî li vir têne dayîn. Dersên Erbane, saz, folklorê tên dayîn. Koma me ya jinan heye. Li KAYY-DER'ê gelek xebatên cur bi cûr tên kirin. Ji bo me pir girîng e ku em werin cem hev û bi rehetî bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin, li wir hevdu bibînin, êşên xwe parve bikin. KAYY-DER stûna me ye, parêzvana herêm û çanda me ye.”
 
'Em stranên ku dayikên me berê gotine dibêjin'
 
Zeynep a ku rêvebera KAYY-DER'ê bû, piştî jinên ku berê di nava Koma Jinên KAYY-DER'ê de bûn ji komê derketin ji bo komê li ser piyan bihêle tevlî komê bû. Zeynep wiha got: “Koma Jinên KAYY-DER 11 sal in heye. Hevalên me pir baş bûn. Niha veguherîn çêbûye û komeke nû ava bûye. Koma Jinên KAYY-DER'ê stranên gelerî yên ku me berê li nav dehl, rez, mêrg û çîmenan digotin dibêje. Em stranên ku dayîkên me berê gotine dibêjin. Cilûbergên me yên di çalakiyên me de jî cil û bergên kurdî herkes ên hermêa wan in. Ev ji bo me bingeh e. Em her tim girîngiyê didin koma jinan û em ê bidinê jî. Em bi vê serbilind in. Armanca me ew e ku em çand û stranên xwe yên gelêrî bistirên. Her çiqas mirov diguherin jî rêya me her tim yek e” 
 
Kom ji 7 jinan pêk tê
Zeynep anî ziman ku Koma Jinên KAYY-DER ji 7 jinan pêk tê û diyar kir ku armanca wan ew e ku xwedî li keda jinê ya ku di nava malbatê de nayê dîtin derkevin û ji ber vê yekê jî hewl didin roj bi roj hejmara xwe zêde bikin. Zeynep wiha got, “Ji bo me gelekan ketina sehneyê ne tiştekî ku em xeyal bikin bû. Em niha vî karî dikin. Ev yek baweriya jinan bi xwe zêde dike. Gelek hevalên me dibêjin 'Em jî beşdar bibin, em dixwazin stranekê bibêjin'. Gavên biçûk ên jinan wê mezin bibin. Baweriya wan bi xwe wê zêde bibe. Divê jin zanibin ku niha çiqas bi qîmet in. Jin nebin nabe. Jin xwediyê çand û zimanê dayikê ne."
 
Li ser sehnê bi cewhera xwe re dibe yek
 
Zeynep diyar kir ku bi stranên bi zimanê dayikê û cil û bergên xwe yên neteweyî serbilind e û destnîşan kir ku ew hilgirê mîrasa xwe ne. Zeynep destnîşan kir ku li ser dikê ew bi cewhera xwe re dibin yek û anî ziman ku xwedîderketina li zimanê zikmakî "deynê" wê ye. Zeynep got, " Dema ku bi cil û bergên xwe yên netweyî derdikevim ser dikê û xwedî li çanda xwe dertêm hesteke cuda dide min." Herwiha Zeynep destnîşan kir ku hiştina çanda xwe ji zarokan re mîraseke herî mezin e.
 
'Li dijî zimanê me yê dayikê êrîşeke sîstematîk heye'
 
Zeynep da xuyakirin, ku li dijî ziman û çanda kurdan bi awayekî sîstematîk êrîş tê kirin û destnîşan kir ku ji bo parastina hebûn û çanda xwe bêyî ku gavê paşve biavêjin, divê her tiştî bidin çavên xwe.  Zeynep wiha berdewam kir: “Ji bo vê em deyndarê zarokên xwe ne û em j ipêşerojê berpirsiyar in. Divê em mîrasa ji me re maye veguhezînin. An jî em ê winda bibin. Armanca wan tenê ew e ku me tine bikin, me netwe nehesibînin. Em naxwazin winda bibin. Em hene û em ê çanda xwe berdewam bikin. Me  bedelên giran dan. Em li ber xwe didin û heta em bigihêjin mafên xwe em ê vê têkoşîna xwe bidomînin. Ev daxwaza bingehîn a gelê me ye, ne tenê ya min e. Bi rastî jî dagirkeran aciz dike ku em bi biryar in û xwedî li zimanê xwe yê dayikê derdikevin. Me her tiştê berê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Em deyndarê kesên ku ji bo kurdî û çanda kurd berdêl dane ne û em mecbûr in.”
 
'Em xwe winda nekin'
 
Zeynep bang li her kesî kir ku zimanê xwe yê zikmakî biparêzin û bang li jinan jî kir ku tevlî Koma Jinên KAYY-DER'ê bibin û wiha got: “Tu kulîlk ji şaxên xwe dernakeve ku îspat bike bê bêhna wê çiqas xweş e. Divê tu kes ji bo ku xwe îspat bike ji cewherê xwe dernekeve. Ger her kes bikaribe çanda xwe û zimanê xwe yê zikmakî zindî bihêle dê baş be. Axaftina bi zimanê zikmakî bi awayekî herî xerab jî ji axaftina tirkî bi qîmettir e. Em dixwazin hejmara xwe zêde bikin û komeke mezin ava bikin. Em her kesî bê ferq û cudahî hembêz dikin.”