Rewşan Apaydin: Gelê Kurd ji bo zimanê xwe li ber xwe dide

  • 09:05 8 Tîrmeh 2022
  • Çand û Huner
Marta Somek
 
STENBOL- Hîndekara şanoyê ya Civaka Şanoya Çand û Huner a Golge Rewşan Apaydin balkişand ser qedexeyên li ser zimanû çanda kurd û got gelê kurd dixwaze bi zimanê xwe bijî, ji bo zimanê xwe jibîr nekin, xwe heyî bikin têdikoşin. 
 
Zextên li ser ziman û çanda kurd bi sedsalane didomin û îro jî polîtîkayên qirkirin û asîmîsyonê hîna didomin. Li dijî vê Gelê Kurd û hunermendên kurd ji bo parastina ziman û çanda xwe bedelên mezin didin, bi biryar û berpirsyariyek mezin têkoşîna xwe dimeşînin.
 
Hîndekara şanoyê ya Civaka Şanoya Çand û Huner a Golge Rewşan Apaydin ku xebatên koma şanoya bi navê "Teatra Sî" dimeşîne der barê qedexeyan de axivî.
 
Rewşanê di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku êrişên li hember çand û hunerê xwe gîhandine hunermend û nokteyên cuda û wiha pê de çû: “Ji ber li dijî zextan deng nayê derketin îro êriş gihiştine aliyên cuda jî.  Hunermendên ji çandên cuda jî êrî bi van modelên qedexeyên yên cuda re tên rûhev. Îro dengê nayê derxistin wek zext li me vedigere.”
 
'Li hember Gelê Kurd qedexeyên cuda'
 
Rewşenê destnîşan kir ku lîstik, konser û bernameyên 30’emîn salvegera Navenda Çanda Mezopotamya hatine qedexekirin û wiha dirêjî dayê: “Qedexe ne tenê li hember sazî û şexsan e. Ev qedexe ne di şexsê Aynur Dogan û melek Moso de ne. Ev êriş gihiştiye nokteyên cuda hemû hemû hunermendê ne nêzî deshthilatdariyê hedef tên girtin. Her tim walîtî, qeymeqamtî û hemû saziyên din bi hincetên cuda van polîtîkayan ji xwe re wek çekê bikar tînin.”
 
‘Divê em yekitiya xwe nîşan bidin’
 
Rewşanê, da zanîn ku îro dibînin ku qedexe ji bo hunermendên din jî tên kirin û ev tişt bi lêv kir: “Hunermendek populer dema tê qedexekirin ev deng derdixe. Lê hunermendên kurd pir zêde rastî zextan tên. Bi pêkanînên kêfî şano, konser tên qedexekirin. Tenê deng derxistin têr nake. Kes dikarin bernameya xwe pêk bînin. Dikare li salonek cuda ji xwe re cih bibîne. Lê yên jê re deng nayên derxistin tên jibîrkirin. Ev ji bo paşerojê qet nebaş e. Divê em li dijî qedexeyan bibin yek û dengê xwe bilind bikin.”
 
'Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn'
 
Rewşanê balkişand ser bêtehemuliya ser hember zimanê kurdî û diyar kir ku ev bêtehemuliya bi salan berê hatiye destpêkirin wê bidome û wiha diyar kir: “Ji bo şikandina vê gelek tişt hat kirinû tê kirin. Lê xuyaye têr nake. Divê em çareseriyên cuda bibînin. Rastiya gelekî ku ji bo zimanê xwe berxwe dide heye. Kurdî zimanekî dewlemende ger ku hilberîna wê hebe wê berdewamî û dewlemendiya wê jî hebe. Gelê Kurd dixwaze li her derê zimanê xwe bibîhize. Gelê Kurd dixwaze bi zimanê xwe bijî. Gelê Kurd divê li dijî qedexeyan divê bibe xwedî helwest.”