Pirtûka 'Bingehê Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinê' derket

  • 10:29 5 Tîrmeh 2022
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademiya Jineolojiyê encamên lêkolîn û analîza sosyolojîk li ser jin û civaka Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê "Bingehê Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinê" di pirtûkekê de bi cih kir û pirtûk ji Weşanên Jingehê derket.
 
Pirtûkên ku heqîqeta dîroka jin, civak û şoreşa jinê bi lêkolîna jinê vedibêjin hema bêje qet tune ne. Li ser vê kêmasiyê Akademiya Jineolojiyê xebateke berfireh kir û gihand encamê. Akademiya Jineolojiyê li ser jin û civaka Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêkolîn û analîza sosyolojîk kir û encamê vê xebatê bi navê "Bingehê Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinê" di pirtûkekê de bi cih kir. Pirtûk ji Weşanên Jingehê derket.
 
Heya niha gelek lêkolîner, arkeolog û nivîskarên ji welatên derve çûne erdnîgariya rojavayê Kurdistanê. Ew girên dîrokî kolandin, li şûnwar û kevneşopiyên gelên herêmê nihêrtine û li gorî hişmendiya xwe ew şîrove kirine. Bi vî awayî gelek pirtûk û gotarên lêkolîneran ku piraniya wan ji mêrên Ewropî ne bi nêrîneke oryantalîst hatine weşandin. Di nivîs û wêneyên wan weşanan de gelên resen wekî objeyên balkêş hatine nişandan. Lê belê dengên wan, nêrîn û şîroveyên wan hatine paşguhkirin. Çîrokên li ser jinên xwecih qet nebûn an jî li gorî xeyalên zilamên Ewropî dihatin vegotin. Rastiya jiyan û gelên vê herêmê bûye mijara gelek ferazî û tezên zanista pozîtîvîst. Lê rastiya jin û gelên Mezopotamyaya Jorîn bi piranî bi rêya çanda devkî û manewî di hafizeya dîrokî ya civakê de hatiye parastin û ragihandin. 
 
Ji ber van û gelek sedemên din Akademiya Jineolojiyê bi şêwaz û rêbazên zanista jinan û civakê ev çavkaniya berfireh amade kir, da ku heqîqeta jinan û Şoreşa Rojava raxe ber çavan.