Dewlet bêçandiyê ferz dike

  • 09:09 4 Tîrmeh 2022
  • Çand û Huner
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Muzîkjen Helîn Randa qedexeyên li ser çanda Kurd nirxand û da zanîn ku bi şîdeta li ser çand û zimanê Kurdî, dewlet bêçandiyê ferz dike. Helînê diyar kir ku ne qedexe ne jî pêkanînên kêfî nikarin muzîk û hunerê bêdeng bikin.
 
Endama Sendîkaya Karkerên Xizmeta, Şahî û Turîzmê (TEHÎS) Helîn Randa ku di heman demê de gîtarîsta Koma Muzîkê ya Bi Hevre ya Komeleya Çand û Hunerê ya Seruven e, ligel zimanê dayika xwe bi erebî, kurdî, ermenî û lazkî jî stranan dibêje.  Helîn ku hem di çalakî û bernameyan de derdikeve ser dîkê û hem jî li kolanê muzîkê dike, der barê qedexekirina şano û konserên kurd de nirxandin kir. 
 
Dewletê pandemiyê de berê xwe da muzîkjenan
 
Helînê diyar kir ku bi pandemiyê re di şertên zehmet re derbas bûne û wiha pê de çû: “Dewletê di pandemiyê de berê xwe da muzîkjenan. Bi qedexeyên ku tu derbasbûna wan tunebûn hunermend di rewşa zehmet de hiştin. Di demên dawî de tevî qedexe rabûne jî qedexeya muzîkê didome. Dewlet raste rast dijminahiya li hember hunerê dike.”
 
‘Dixwazin hunermendan bikin kaliba ‘hunermendên makul’
 
Helînê  bi lêv kir ku muzîkjenên makul ji derfetên dewletê fêdeyê digirin lê yên muxalîf jî tu piştgiriyê nagirin û ev tişt anî ziman: “Divê huner nekeve cih û waran. Dewlet xetekê xêz dike û dixwaze hemû kes li ser vê xetê pêş bikevin. Ev xet jî pesnê dewletê dide.  Dewletek faşîst, kapîtalîst, baviksalar, dij LTBGTÎ ye. Hunermendên li ser bûyerên civakî disekinin dikin hedef. Vê şîdetê nîşanê wan didin.”
 
‘Qedexeya çand û hunerê şidet e’
 
Helînê  balkişand ser zextên li ser kurdî û wiha berdewam kir: “Konserê Mem Ararat, Aynur Dogan, şanoyên kurdî tên qedexekirin. Ev ne tesaduf in. Yek zimanî yanî Tirkî ferz dikin. Ne tenê muzîk li her qadê zext hene. Lîstikên kurdî hatin qedexekirin. Qedexekirina çand û hunerê şîdet e. Ji bo dewletê  muzîk alaveke bikarhêneriyê ya ji pere re xizmetê dike ye.  Hunerê dikin alava kapîtalîzmê.”
 
‘Bêçandiyê ferz dikin’
 
Helînê di dawiya axaftina xwe ev nirxandin kir: “Huner ji hişmendiya kolektîf a civakê xwedî dibe. Dewlet jî bi kes sînor dike. Dewlet jî dema ku huner ji kesekî dertê û civakî dibe, dikeve hewldanan yek tîp hunerê, ev jî bêçandiyê ferz dike. Dewlet her tiştê pere jê tê bi hunerê tevlihev dike û bê nirx dike. Hunermend parçeyên vê civakê ne. Wê hunera xwe bidomînin. Em her tim dibêjin muzîk nikare bê rawestandin. Ev qedexe nikarin muzîkê û hunerê bêdeng bikin. Wê têkoşîna me wisa bidome.”