Şagirtên Ma Musîcê bi merasîmê destûrnameyên xwe wergirtin

  • 08:30 30 Hezîran 2022
  • Çand û Huner
AMED - Şagirtên Ma Musîcê piştî perwerdehiyeke 3 salan destûrnameyên xwe wergirtin. 
 
Ma Musîc Center piştî perwerdehiyeke 3 salan bi merasîmekê destûrnameyên şagirtan dan wan. Merasîma destûrnameyê li avahiya Ma Musîc Centerê hat lidarxistin. Şagirtên akademiyê û malbatên wan tevli merasîmê bûn. 
 
Şagirt yeko yeko çûnser dikê û li gel enstrumanên xwe stranên xwe pêşkêş. 
 
Piştî stranan şagirtan destûrnameyên xwe wergirtin. Merasîm bi çepikan bi dawî bû.