Jinên ciwan li Reqayê Mîhrîcana Zîlanê li dar dixin

  • 11:04 29 Hezîran 2022
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di 30'ê Hezîranê de bi dirûşma "Bi ruhê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan, em ê şerê azadiyê bi ser bixînin" mîhrîcana "Zîlan" li dar dixe. 
 
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi ruhê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan, em ê şerê azadiyê bi ser bixînin" mîhrîcanek di salvegera çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) mîhrîcanek li dar dixe. Mîhrîcan dê sibê li herêmên rizgarkirî yên Reqayê dest pê bike.
 
Ji Rêveberiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temî li ser mijarê agahî da û diyar kir ku mîhrîcan wê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were. Firyal banga tevlîbûna kir.