'Îktidar şerekî xinis li dijî çand û wêjeya kurdî dide meşandin'

  • 09:01 28 Hezîran 2022
  • Çand û Huner
Safiye Alagaş
 
AMED - Nivîskar Xecê Şen têkildarî polîtîkayên bişaftinê û rola wêjeyê ya di parastina ziman de wiha got: "Gelek îktidar hatin ku armanca hemûyan jî tunekirina hebûna kurdan e. Hemûyan jî ji bo tunekirinê serî li bişaftinê dan. Ji derveyî êrişên fîzikî yên tên meşandin îktidarê şerekî xinis ku spî xuyaye dide meşandin. Ev şerê herî dijwar e ku divê bi baldarî were nirxandin û rûxandin. Di vê de jî barekî mezin dikeve ser milê rewşenbîr û nivîskaran."
 
Piştî avabûna komara Tirkiyeyê zimanê kurdî, folklora kurdî, gotina Kurdistan hatin qedexekirin. Her wiha îktidarên heta niha hatine jî bi rêbazên nû yên tunekirina kurdan derdikevin pêşiya me. Di salên 1980'ê de jî bi heman rengî kurd, kurdî û Kurdistan hatin qedexekirin. Ev polîtîkayan heta niha bi awayê herî dijwar hatine meşandin. Konserên bi kurdî, şanoyên kurdî tên qedexekirin, zimanê kurdî weke "Zimanê nayê zanîn" tê diyarkirin. Herî dawî jî di daweta ku rengên kesk, sor û zer hatin rakirin de 10 kes hatin binçavkirin.
 
Li dijî bişaftinan berxwedanek mezin a hunermend û nivîskaran tê kirin ku rola wan a di parastina ziman de jî girîng e. Têkildarî polîtîkayên îktidaran ên nîjadperest û rola wêjeyê ya di parastina çand û zimanê kurdî de nivîskar Xecê Şen pirsên me bersivand.
 
'Dîmenên dijminatiya kurdan eşkere dikin'
 
Xecê di destpêkê de bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê yên li dijî gelê kurd û wiha got: "Her serdemek li gorî xwe polîtîkayekê dide meşandin. Yek ji van polîtîkayên ku helandinê dike armanc jî êrişên li dijî çand û zimanê civakê ye. Dewleta tirk jî her demê polîtîkayek nû ku bi heman armancê ye dide meşandin. Ji bo em hinekî din vê şîrove bikin jî pêwîst e em biçin salên 80 û 90'î. Bi taybetî di zindana Amedê de polîtîkaya hatiye meşandin ji bo vê mijarê mînaka herî  berbiçav e. Bi sernavê 'Tirkî biaxive, pir biaxive' kampanya hatin meşandin. Ev gotinek ji rêzê û bêtewan nîne. Bi cihêkariya zimanekî re û bi hişmendiya takekesî re dixwestin di serî de zimanê kurdî tune bikin. Bi vê ve girêdayî jî tunekirina nîjadê dikirin armanc. Çîroka diya Kamber Ateş ê di girtîgeha Amedê de dihat girtin jî ji bo bişaftina bi zextan dihat kirin mînakek bû. Dayikek ji bo bikaribe kurê xwe bibîne du peyvên ji zimanekî ku qet pê nizane hîn dibe. Tenê bi wî dikare kêm zêde kurê xwe bibîne. Ev ji dîmenên dijminatiya komara Tirkiyeyê ya li hemberî gelê kurd radixe ber çavan. Lê belê berxwedana gelê kurd ev polîtîka têk bir."
 
'Êrişek spî didan meşandin'
 
Xecê êrişa ji pêvajoya komarê ve pêk tê nirxand û wiha dewam kir:"Êrişên bişaftinê, bi du awayan hate meşandin. Yek ji wan jî 'êrişa spî' ye. Me qala girtîgehan kir. Yek ji çengên din ên ku herî bi bandor jî di dibistanên Yubu yên ku xwendevan lê diman bûn. Di wir de yek ji êrişên herî xiniz ên ku ji kokê bişaftin dikir armanc pêk hat. Em dikarin vê weke komkujiyê jî bi nav bikin. Têkiliya zarok û malbatê dihat qutkirin û wan ji rastiya wan dûr dixistin. Em hîna niha jî bandorên wê demê di gelek kesayetan de dibînin. Ger pîşeyek ji bo kesan hatibe dayin jî, çi mêr çi jin rastî mobîngê dihatin. Ji ber kurdbûna wan ew biçûk hatin xistin ku bi taybetî jî jin. Ji bo kurd xwe ji wê qoda cahiltiyê ya li wan hatiye ferzkirin, rizgar bikin jî di jiyana xwe de xwendin xistin cihê herî girîng. Loma vêya jî bişaftin hêsantir kir. Zarokên xwe jî kirin hevparê jenosîda nasnameya kurdî. Di şert û mercên herî zehmet de kurdan xwe parast. Qirkirin, polîtîkayên hatin meşandin û koçberî jî nekaribû wan ji rastiya wan dûr bixe."
 
'Rojnameya kurdî xwedî cihekî girîng e'
 
Xecê li rex êrişan, berxwedanên di warê parastina ziman de hatine kirin bi bîr xist û got: "Di warê parastina kurdî de berxwedanên ku em nikarin paşçav bikin, yên ku dîrokê nivîsandine hene. Yek ji van berxwedanan jî bê guman çapemeniya kurdî da. Sazî û dezgehên wan hatin bombebarankirin, hatin girtin, gelek rojnamevan hatin qetilkirin û hatin girtin. Lê belê ruxmê van êrişan jî di warê parastin û pêşvebirina ziman de çapemeniyê pêşengiyek girîng kir. Heta niha jî ew berxwedan berdewam dike. Ev êriş li ser hemû komele û li dijî hemû berxwedana kurdan jî hate meşandin û tê meşandin."
 
'Di van êrişan de yekem jin dikevin hedefê'
 
 Xecê diyar kir ku ji bo bişaftinê tenê dibistan û girtîgeh nebûn pêlîstoka wan. Xecê diyar kir ku bi gelek rêbazan sîstema heyî êriş pêk anî û got: "Wan bi rêya fihûşê, bi rêya tiryakê û sîstema di nava bajarên kurdan de bi cih kirine hewldanên xwe berdewam kirin. Çeteya fihuşê ya li Colemêrgê derketiye holê jî ji bo vê nîşane ye. Bi rêya cerdevan, tîmên taybet û polîsan çi dikin eşkere dibe. Li Êlihê Îpek Er, li Şirnexê Sakîne Kultur ji aliye van kesan ve rastî heman êrişan hatin. Weke van bi sedan jin hatin tecawuzkirin an hatin qetilkirin. Ger tu temaşe dikî bûyerên xwekujiyê li herêmên kurdan qat bi qat zêdetir e ku ev jî ji polîtîkayên didin meşandin tê. Dixwazin bi çand û zimanê me li me bixin. Ji bo vê jî herî zêde di hedefa wan de jin hene. Bi van rêbazan jî vîna wan dişkînin. Weke me diyar kir êrişên fîzîkî û êrişên xiniz hatin meşandin. Di vê çarçoveyê de qetikirina ewqas jinên kurd divê ji rêzê neyê dîtin. Ev hemû jî parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet in."
 
'Divê odeya senetkaran gav biavêje'
 
Xecê bi lêv kir ku ji bo bişaftinê yek ji rêyên herî bandorker wêje ye û got: "Heta niha bi dehan konserên hunermendên kurd hatin betalkirin. Li kêleka wê jî li herêmên kurdan konserên bi zimanê tirkî didin çêkirin, defîleyên ji çanda me dûr li herêmê hatin çêkirin. Ew bi destê kapîtalîzmê, di bin navê modernîteyê de hewl didin guhertinan çêbikin. Divê di vî warî de komeleyên me, bi taybetî jî Odeya Senetkaran gavên girîng biavêjin. Li dijî êrişên bişaftinê divê bikevin nava hewldanan. Bi vê ve girêdayî divê nivîskarên kurd jî di aliyê zimanê xwe yê nivîsandinê de baldar bin. Her çiqasî di aliyê ziman de xizmetê ji zimanê kurdî re bikin jî, di naveroka pirtûkê de gelek caran bi hişmendiya serdestan nivîs hatine nivîsin. An jî ev naverok ne li gorî çanda kurdî ye. Divê bi qasî ziman di aliyê naverokê de jî baldar bin."
 
'Em ê hebûna xwe biparêzin'
 
Xecê ya qala zimanê hinek pirtûkên kurdî kir wiha bi dawî kir:"Gelek caran jî ev pirtûk xwedî naverokên ku nîjadperestî û zayendperestiyê enjekteyî civakê dikin e. Rolên ku di van pirtûkana de li jinê hatine barkirin jin kirine mijara nîqaşê. Bi van rêbazan jî li ser hemû jiyana me ew biryarê didin. Hezkirina me, têkiliyên me yên civakî û evîniyê, her wiha di hertiştê me de dibin rênîşandan. Lê belê şansa me ya guhertin û veguhertinê heye. Li dijî hemû polîtîkayên bişaftinê em dikarin bi wêjeyê bibin asteng. Em dikarin bi nivîsên xwe ziman û çanda kurdî bidin jîyîn û pêşvebirin. Em ê axa xwe, ava xwe, gundê xwe, bajarên xwe, zimanê xwe biparêzin."