Amadekariyên 16'emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan qediya

  • 10:36 16 Hezîran 2022
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Amadekariyên 16'emîn Mîhrîcana Jinan Zilan bi dawî bû û YJK-E banga tevlîbûnê li jinan kir. 
 
Amadekariyên 16'emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan bi dawî bûn. Mîhrîcan îsal bi dirûşma "Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike, bi rengekî azad bijî" li Frankfûrtê pêk tê. Tevî ji Elmanyayê wê ji Hollanda û Belçîkayê jî jin beşdarî mîhrîcanê bibin. Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) amadekariya mîhrîcanê dike daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat diyar kirin: 
 
"3 sal in ji ber pandemiyê me nekarî em mîhrîcana xwe li dar bixin, îsal di demeke ku li welat berxwedana jinê gihîştiye asteke bilind em pêk tînin. Di 25'ê Mijdarê, 9'ê Çileyê û 8'ê Adarê de em tevahiya salê li qadan bûn. Mîhrîcana me jî wê bibe asta herî bilind a van çalakiyan. Di heman demê de wê bibe peyamek ji bo sekna jinê ya demê bi taybetî sekna li Zapê."
 
Ji jinên Elewî ku bi parvekirinê zêde dibin heta bi jinên êzidî ku ruhê berxwedanê yê Şengalê temsîl dikin, em bang li jinên ji Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûr ên sirgûn bûne dikin ku ji bo yekîtiya jinê ya neteweyî peyameke xurt bidin.
 
Em li benda jin ên ciwan in ku bi coşa Newrozê tevlî bibin.
 
Mîhrîcana Jinan a Zîlan di heman demê de mîhrîcana ku xwedî karakterekî cîhanî ye. Ji sala 2004'an û vir ve ji Latîn Emerîkayê heta Hindistanê, ji Tamîlan heta Katalanan ji gelek welatan cih da aktîvîteyên çandî. Gelek derdorên femînîst di mîhrîcanê me de peyamên xwe yên ji bo piştgiriya bi têkoşîna hevpar a jinên kurd re dan. Di mîhrîcana îsal de jî ji tevlîbûna jinên ji gelên cuda em ê gelekî kêfxweş bibin."