Qeymeqemtiya Tetwanê şanoya kurdî qedexe kir

  • 09:13 28 Gulan 2022
  • Çand û Huner
 
BEDLÎS - Qeymeqemtiya Tetwanê şanoya kurdî ya bi navê "Hay Lo Dîsa Tevlihev Bû" ya Şanoya Mencelê a ku dê di 31'ê Gulanê de bihata lîstin, qedexe kir. 
 
Qeymeqemtiya Tetwanê şanoya kurdî ya bi navê "Hay Lo Dîsa Tevlihev Bû" ya Şanoya Mencelê a ku dê di 31'ê Gulanê de bihata lîstin, qedexe kir. 
 
Tu hincet ji bo qedexeyê nehat nîşandan
 
Li gor agahiyên hatin bidestxistin berê ji bo lîstikê got "Li navenda çandê pirsgirêkek teknîkî heye".  Lê belê ekîb çû navendê û xwest hîn bibe pirsgirêka teknîkî çiye. Li ser vê yekê yên li wir bersiva "Pirsgirêkek tune ye hûn dikarin werin". Lê piştî vê bersivê hat hînbûn qeymeqamtiyê bê hincet lîstik qedexe kiriye.