Li Rojava 'Hefteya Wêjeyî' tê lidarxistin

  • 15:37 25 Gulan 2022
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye” cara yekemîn dê 'Hefteya Wêjeyî' li dar bixe.
 
Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya malpera xwe ya fermî li ser medya dijîtal lidarxistina 'Heftiya Wêjeyî' ragihand. Ev çalakî cara yekmîn e tê lidarxistin û dê di bin dirûşmeya “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye” de were destpêkirin.
 
Li gorî Dîwana Wêjeyê, dê Hefteya Wêjeyî ji 28'ê gulanê heta 2'yê hezîranê li Hola El-Burc a li bajarê Qamişlo were lidarxistin.
 
Li gorî bernameyê, dê rêzeçalakî li ser 3 mijarên sereke be; wêjeya şoreşê, jin û wêje, rexne û rola wê di pêşketina wêjeyê de. Di çarçoveya van mijaran de dê semîner, panel, xwendina helbest û çîrokan ji aliyê nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û wêjevanên kurd û ereb ve bên pêşkêşkirin.
 
Dê bernameya 'Heftiya Wêjeyê' 28'ê gulanê di saet 15:00'an de dest pê bike.