Pêşangeha 6'emîn a Hunera Şêwekariyê li Qamişlo hat vekirin

  • 16:19 18 Gulan 2022
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 6'emin Pêşangeya ya Hunera Şêwekariyê li Qamîşloyê hat vekirin. Îsal 71 hunermendên jin bi tabloyên xwe beşdarî pêşangehê bûn.
 
6'emîn Pêşangeha ya Hunera Şêwekariyê, ji hêla Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ve li pêşangeha Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişlo hat vekirin. Nûnerên Rêveberiya Xweser, hunermend, helbestvan û şêniyên bajêr beşdarî pêşangehê bûn. Di pêşangehê de 139 tablo û 6 peykerên ku ji aliyê 139 şêwekaran ve hatine çêkirin, tên pêşandan. Her wiha îsal 71 hunermendên jin bi tabloyên xwe beşdarî pêşangehê bûn.
 
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û diyar kir ku parastina çandê erka her kesî ye.
 
Cîgira hevserokên Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen jî axivî û got: “Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî komîteyên xwe di rewşên herî zehmet de jî kar dike. Ev kombûna li vir tabloyeke xweşik a pirreng di bin sîwana têgeha edaleta civakî û jiyana hevbeş de nîşand dide.”
 
Ronahî destnîşan kir ku îsal hejmareke zêde ya hunermendan beşdarî pêşangehê bûne.
 
Endamê Komîteya Aamadekar a Pêşangehê Mûnîr Şêxî jî daxuyand ku hejmara beşdarên pêşangehê li gorî salên berê zêdetir e û tabloyên wan îsal baştir in.
 
Bernameya pêşangehê bi vî rengî ye: Dê 3 rojan bidome, pêşangeh ji saet 10:00`ê sibehê heta 1:00`ê piştî nîvro, êvarê jî ji saet 5:00`an û heta saet 9:00`an vekirî ye.
 
.