Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya li Rojava didome

  • 14:39 16 Gulan 2022
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi beşdariya nivîskar, helbestkar, rewşenbîr û gelek kesî Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya li bajarê Qamişloyê di roja duyem de didome. 
 
Bi munasebeta 15'ê Gulanê (Roja Zimanê Kurdî) Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê duh li Hola Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Rojava vekir. Li pêşangehê zêdetirî 10 hezar pirtûk hene û armanca pêşangehê ew e ku berhemên wêjeyî yên nivîskarên kurd werin pêşkêşkirin û bigihêjin ber destên nifşên nû.
 
Dîwana Wêjeyê, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên Sûriyeyê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û zêdetirî 15 weşanxaneyên li Rojava beşdarî pêşangehê bûn.
 
Bi dehan welatî, rewşenbîr, endamên Saziyên Sivîl ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana pêşangehê dikin.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku pêşangeh dê sê rojan dewam bike. Dihat payîn ku îro semînerek bi navê "Zimanê Kurdî Hebûna Me ye" bihata lidarxistin, lê ji ber sedemên girêdayî tenduristiya mamoste Deham Ebdulfetah taloqî sibehê hat kirin.
 
Tê payîn îro saet di 16:00'an de li Hola Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê fîlimê bi navê "Rûpela Sor" were pêşandan û di roja sêyem de jî semînerek bi navê "Ji bo Zimanê Kurdî" û şahiya îmzekirina gelek pirtûkên nû were lidarxistin.