Şaredariya AKP’yî konsera Aynur Dogan betal kir

  • 22:28 15 Gulan 2022
  • Çand û Huner
 
STENBOL - Şaredariya Derînce ya AKP’yî konsera hunermenda kurd Aynûr Dogan betal kir.
 
Şaredariya Derînce ya AKP’yî konsera hunermenda kurd Aynûr Dogan ku da di 20’ê Gulanê de li Kocaeliyê li dar bixe betal kir. Şaredariyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê têkildarî betalkirina konserê ev peyam parve kir: “Hat destnîşankirin ku di encama lêpirsîneke berfireh de organîzasyona konserê ya ji aliyê şîrketeke taybet a di nava sînorên navçeya me de tê lidarxistin ne guncav e û ev konser ji aliyê şaredariya me ve hatiye betalkirin.”
 
Gelek kesan di twîtterê de bertek nîşanî parvekirina şaredariyê dan.