Baran Bozyel: Dengê Nudemê dengê me ye!

  • 09:11 19 Nîsan 2022
  • Çand û Huner
Marta Somek
 
STENBOL - Hunermenda NÇM’ê Baran Bozyel diyar kir ku tu car li dijî zextên li ser zimanê Gelê Kurd serî netewandine û da zanîn ku dengê Nudem Durak ya ji ber strana Kurdî got û 7 sale girtiye, dengê hemû Gelê Kurde û divê her kes ji bo Nudemê bikeve tevgerê.
 
Polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yê li ser Gelê Kurd bi sedsalane didome, ji aliyê hemû desthilatdariyan ve tê meşandin û her rê û rêbaz tê meşandin. Astengî û zext roj bi roj zêde dibin. Îro hîna jî hunermendên ku ji ber bi kurdî stranan dibêjin tên darizandin û cezakirin. Yek ji van hunermendan jî Nudem Durak e. Nudem ji 22’ê Nîsana 2015’an de ye girtî ye. Bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’  du dozên cuda lê hatin vekirin û bi giştî 19 sal ceza lê hat birîn. Nudem 5 sale li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê girtî ye. Nudem di 1’ê Adara 2019’an de ket greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin û 87 rojan di grevê de ma. Piştî vê gelek pirsgirêk jiyan û teşhîsa graves (guatra jehrî) lê hat danîn.
 
Ji bo azadiya Nudemê kampanya
 
Piştevaniya ji bo Nudemê li her derê hat kirin û li Ewropa li ser çapemeniya civakî ‘Free Nudem Dura’ (Ji bo Nudem Durak azadî) hat destpêkirin. Gelek hunermend û rewşenbîrên ji welatên cuda banga berdana Nudemê kirin.
 
Hunermenda Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) Baran Bozyel der barê zext, qirkirina çandî ya li ser Gelê Kurd, der barê Nudem Durak û têkoşîna dimeşîne de nirxandin kir.
 
‘Baweriya me zêde dibe’
 
Baranê balkişand ser zextên li ser Gelê Kurd û wiha vegot: “Li hunermendan jî zext tên kirin. Ji ber cil û bergên gelerî em hatine binçavkirin. Di Newroza 2022’an de hevalek me hat binçavkirin, hevalek me nehiştin derkeve ser dîkê, ji ber cil û berg û rengan. Polîsan repertuar jî xwendin. Armanca wan demoralîzekirin bû. Kurdî tê qedexekirin di meclîsan de wek zimanê ‘X’ tê venasîn. Konser tên betalkirin. Lê em li cihê xwe nasekinin. Ev moral xera bike jî baweriya me zêde dibe.”
 
‘Wê pergal winda bike’
 
Baranê bi lêv kir ku wê pergal li dijî qirkiriana Kurdî û çandê winda bike û li şûna ku divê ziman û bawerî bê jiyîn, dikin yek tîp û hewl didin tune bikin. Baranê wiha anî ziman: “Modernîteya kapîtalîst xwe qedandiye. Feraseta netew dewlet jî xwe nikare bimeşîne. Her tiştî qedexe dikin û rastiya civakê nabînin. Ji civakê re nabin bersiv. Me hunermendan hêviya xwe winda nekiriye. Gel hêviya xwe winda nekiriye.”
 
‘Dema êrîşan dibînim dixwazim zêdetir kurdî bêjim’
 
Baranê  balkişan ser zext û êrîşan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema qedexe dikin ez zêdetir diaxivim. Ez Kurdî dibêjim.Ez li restorantan Kurdî tiştan dixwazim. Bi Kurdî silav didim xebatkaran. Li xweşa wan diçe.Ez dixwazim zêdetir muzîka xwe bikim. Zêdetir binivîsim.”
 
‘Tehdîdek cidî heye’
 
Baranê her wiha rewşa hunermend Nudem jî nirxand û wiha vegot: “Ji ber strana Kurdî got hat girtin. Ev li hember hunermendan tehdîde.Ev ceza ne tenê ji bo Nudemê ji bo me hemûyan hatiye dayîn. Mirov bi rastî êdî ji girtîgehan ji mirinê natirsin. Em konserên xwe nikarin bikin, em nikarin stranên xwe bêjim. Salonan nadin me. Tu demê ev tecrîd û ev şîdet nehatibû jiyîn. Azadiya me, aborî û çanda me di bin tecrîdê de ye. Ji ber van jî tehdîda wan me natirsîne. Berovajî vê têkoşînê bilind dike.”
 
‘Bi hezaran dengê Nudemê ne’
 
Baranê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Ewropayê gelek hundermenî piştgirî dan kampanyayê. Bi hezaran kes bûn dengê Nudemê. Bi hezaran girtî li girtîgehan berxwe didin. Çar dîwarin lê berxwedan naqede.Gelê Kurd bi awayekî cidî xwedî lê derdikeve. Me Mîhrîcana Sînemeya Kurd pêk anî. Eleqeyek mezin hat nîşandan. Em konserê dikin bi hezaran kes tên. Di Newrozê de we dît. Qad tije bûn. Bi coşek mezin hat pêşwazîkirin.Ez di nokteya baweriyê de  gelek bawer dikim. Gel bi awayekî cidî xwedî lê derdikeve.”
 
‘Divê hunermend bikevin tevgerê’
 
Baranê diyar kir ku ji bo Nudemê li Ewropa çalakî pêk hat lê li Tirkiyeyê pêk nehatiye û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Dikare gelek tişt bên kirin. Lê ev jî tenê li ser çapemeniya civakî bi vîdeo an jî bangekê. Ji bo vê divê dîplomasî hebe. Divê li meclîsê bê nîqaşkirin û debasî çalakîbûna civakî bibe. Dengê Nudemê dengê gelê Kude. Hevala me ji ber stran got hat girtin. Sibê dibe ku em jî bên girtin.”