'Dema zarok pênûsê digirin, çîrokekî vedibêjin'

  • 09:01 12 Nîsan 2022
  • Çand û Huner
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Şêwekar Hêlîn Ehmed Ebas, diyar kir ku zarokên ku ji şer bi bandorbûyî bi xêzkirina wêneyan hest û ramanê xwe tînin ziman û got: "Zarok hem bi xêzkirinê bandora şer tînin ziman û hem jî xewn û xeyalên xwe tînin ziman."
 
Li Rojava xebatên çand û hunerê didomin. Bi taybetî jî ji bo zarokên ku ji şer bi bandor bûyî xebatên taybet tên meşandin. Zarok bi xebatên çand û hunerê hest û ramanê xwe tînin ziman û li pêy xewn û xeyalên xwe diçin. Şêwekar Hêlîn Ehmed Ebas, li Navenda Çand û Hunera Baqî Xidoyê ya Kantona Kobanê dixebite. Hêlîna ku mamostetiya zarokan dike hest û ramanê xwe ji ajansa me re anî ziman. 
 
‘Zarok dema pênûsa xwe digire çîrokekî vedibêj in’
 
Hêlînê di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser girîngiya wênexêziyê û got: "Ev bû 4 sal ez li Navenda Çand û Hunera Baqî Xidoyê, di beşa wênexêziyê de kar dikim. Her wiha piştî salekî min dest bi perwerdeya zarokan kir. Hejimara zarokên ku ez perwerde dikim dighije 70 zarokan. Ez du beşan de perwerde didim zarokan. Şer bandorê li zarokan dike ji ber vê yekê jî her zarokek ku pênûsa xwe digire çîrokekî vedibêj e.”
 
‘Şer bandorê li fikrê zarokan dike' 
 
Hêlîn, diyar kir ku zarok çi dijîn vê tiştî xêz dikin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez bi rêya wêneyên ku zarok xêz kirine dikarim hest û ramanê wan bixînim. Lê ez  dibînim ku gelek êş û zor jiyane. Bi rastî xewn û xeyalan wan di xêzên wan de derdikeve holê. Di wêneyên xwe de jiyaneke pir xweş û cûda xêz dikin. Zarok di pêşerojê de dixwazin bibin mamoste, endezyar, bijîşk û her wekî din. Ev tişt di xêzên wan de derdikevin holê. Helbet bandora şer jî li ser fikirê zarokan heye. Ji ber ku tevahiya cîhanê zehmetî, êş û azara ku li vir hatî jiyan dît."
 
‘Hêviyên xwe nekujin' 
 
Hêlînê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ew ê heta kêliya dawiyê xewn û xeyalên zarokan pêş bixe e û wiha dawî lê anî: “Bi rêya wêneyekê mirov dîrokekê zindî dike, berxwedaniya ku gel dide meşandin bi rêya pênûsa zaroka xûya dibe. Ez banga her jinekê, ciwan û zarokekî dikim ku xwedî li çanda xwe derkevin û hêviyên xwe nekujin.”