1'emîn Mîhrîcana Zarokên Azad bi dawî bû

  • 16:08 5 Nîsan 2022
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja duyem a 1'emîn Mîhrîcana Zarokên Azad de tabloyên ku zarokan xêz kirine, hatin pêşandan.
 
1'emîn Mîhrîcana Zarokên Azad li Minbicê bi dirûşma “Bi zaroktiya xwe dema niha geş dikin û pêşerojê bi rê ve dibim” du roja duyem de bi dawî bû. Mîhrîcan ji hêla Komîtteya Çand û Hunerê ya Minbicê ve hat organîze kirin. 
 
Di roja duyemîn a mîhrîcanê de komên Minbic û Kobanê berhemên hunerî yên çanda herêmê û pêkhateya Çerkez pêşandan. Her wiha tablo û destkariyên zarokan hatin pêşandan.