21 Pirtûkên Hîndekariyê yên kurdî hatin çapkirin

  • 15:04 21 Sibat 2022
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo 11 salên bingehîn ên destpêka hîndekariya kurdî bi rêkûpêk werin meşandin 21 pirtûkên dersdanê bi xebata Komeleya Hîndekariya Kurdî di nav weşanên Instîtuta Kurdî ya li Swîsreyê de hatin çapkirin. 
 
Bi piştgirî û hevkariya Xwendegeha Bilind a Pedagojî ya Zurichê, Wezareta Çandê ya Swîsre BAKê û bi xebata 5 salan a Komeleya Hîndekariya Kurdî ya li Swîsreyê bi piştgiriya PENa KURD û Yekîtiya Mamosteyên Kurd a li Ewropayê ji bo hîndekariya Kurdî 21 pirtûkên dersdanê di nav weşanên Instîtuta Kurdî ya li Swîsreyê de derketin. 
 
Ev pirtûk wiha ne:
 
Ji bo asta berî xwendegehê 2 pirtûk 
 
Ji bo hînbûna Kurdî wek zimanê duyem pirtûkek 
 
Ji bo sê salên asta jêrîn 6 pirtûk, her saleke hîndekariyê du pirtûk, pola 1,2,3 
 
Ji bo sê salên asta navîn 6 pirtûk, her saleke hîndekariyê du pirtûk, pola 4,5,6 
 
Ji bo sê salên asta jorîn 6 pirtûk, her saleke hîndekariyê du pirtûk, pola 7,8,9  
 
Deftera ji bo mamosteyan 
 
Bi tevahî 21 pirtûkên li pey hev rêz dibin ji asta temenê zarokê 5 salî heta bigihe 15 saliya xwe, dikare li ser van pirtûkan hînî ziman, çand, kevneşopî, dîrok, erdnîgarî, huner, jiyana civakî û gelek zanînên girîng ên welatê lê dijî û welatê jê hatiye, yan welatê dê û bavê zarok jê hatiye -ku ev ji bo piraniya zarokên Kurdan Kurdistan û zimanê Kurdî-Kurmancî ye- bibe. 
 
Di nivîsîna van pirtûkan de ji kesên pispor ên wek şarezayê ziman, dîdaktîk, metodîk û pedagogik komisyon hatine sazkirin û pirtûk bi erêkirina van komiyonan gihiştine asta çapê. Her wiha pirtûk ji aliyê olî û siyasî ve bêalî hatine amadekirin. 
 
Di naveroka pirtûkan de sazûmana perwerdeyiyê ya zimanê dayikê û çanda welêt a li Swîsre û li Almanya wek bingeh hatiye girtin. 
 
Di her pirtûkekê de bi kêmayî 22 mijarên têrî du seetên perwerdeyê bikin, hene. Saleke xwendegehê wek 44 hefteyan hatiye hesibandin. Ji bo her saleke perwerdeyê du pirtûkên bi kêmanî ji 22 mijaran pêk tên, hatin  çêkirin. Zagonên hîndekariya zimanê dayikê û çanda welêt li derveyî welêt destûrê dide, ku di hefteyekê de du seetan perwerde were meşandin. Bi vê armancê pirtûk li gor vê zagonê hatine amadekirin. 
 
Hûn dikarin hemû agahiyên li ser pirtûkan, naveroka pirtûkan, riya bidestxistina pirtûkan û lênêrîna mijarên di pirtûkan de hene, li ser malpera Komeleya Hîndekariya Kurdî ya li Swîsreyê www.zimanekurdi.ch û li ser malpera Instîtuta Kurdî ya Swîsreyê www.institutkurdi.ch bibînin, bixwînin û bikirin. 
 
Li diyasporayê cara yekem e ji bo zarokên Kurdan û giştiya Kurdan xizmeteke wiha bi rêk û pêk û bi nirx, di encama xebateke bi roj û şevan, meh û salan de tê kirin. Ev xebata 21 pirtûkên hîndekariya Kurdî li zarokên Kurd û li gelê me pîroz be. 
 
Instîtuta Kurdî ya li Swîsreyê