Komeleya Çand û Hunera Mezopotamyayê bernameya xwe aşkera kir

  • 15:18 19 Sibat 2022
  • Çand û Huner
MÊRDÎN - Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya, biboneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bernameya xwe aşkera kir.
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bernameya xwe aşkere kir. Komele wê sibê bi listîka kurdî ya bi navê “Xal û Xwarzî” li cihê komeleyê ya Qoserê li pêşberî temaşavanan be. 
 
Her wiha wê di 21’ê mehê de bi pêşengtiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk(HDP) ys Bajêra Mêrdînê bernameya helbestan bê lidarxistin û performansa zarokan a koma “Oxirê Nemir” 21’ê Sibatê bê pêşkêşkirin. Di bernameyê de wê helbest bên xwendin. Her wiha di dawiya bernameyê de wê ji zarokan re diyarî were belavkirin.