Komeleya Çand û Hunera Mezopotamyayê bernameya xwe aşkera kir 2022-02-19 15:18:38   MÊRDÎN - Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya, biboneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bernameya xwe aşkera kir.   Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamya bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bernameya xwe aşkere kir. Komele wê sibê bi listîka kurdî ya bi navê “Xal û Xwarzî” li cihê komeleyê ya Qoserê li pêşberî temaşavanan be.    Her wiha wê di 21’ê mehê de bi pêşengtiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk(HDP) ys Bajêra Mêrdînê bernameya helbestan bê lidarxistin û performansa zarokan a koma “Oxirê Nemir” 21’ê Sibatê bê pêşkêşkirin. Di bernameyê de wê helbest bên xwendin. Her wiha di dawiya bernameyê de wê ji zarokan re diyarî were belavkirin.