Lîstika 'Halê ma' derket ser dikê

  • 11:37 16 Çile 2022
  • Çand û Huner
 
ÎZMÎR - Lîstika  Şanoya Gimgim a Zonema ku bi zaravayê kirmançkî yê Kurdî hatibû nivîsandin a bi navê 'Halê Ma" derket pêşberî temaşevanan.  
 
Şanoya Gimgim a Zonema ku di bin banê Komeleya Gimgimiyan de xebatên xwe dimeşîne lîstika  bi zaravayê kirmançkî yê Kurdî hatibû nivîsandin a bi navê 'Halê Ma" li Eywana Şanoyê ya Fakîr Baykurt ya Çîgliya Îzmîrê da pêşandan . Lîstika ku ji aliyê Kadîm Tan ve hat nivîsandin û lîstikvanên wê bi giştî amator bûn ji aliyê temaşevanan ve bi eleqeyeke mezin hat temaşekirin.