Lîstika 'Halê ma' derket ser dikê 2022-01-16 11:37:38     ÎZMÎR - Lîstika  Şanoya Gimgim a Zonema ku bi zaravayê kirmançkî yê Kurdî hatibû nivîsandin a bi navê 'Halê Ma" derket pêşberî temaşevanan.     Şanoya Gimgim a Zonema ku di bin banê Komeleya Gimgimiyan de xebatên xwe dimeşîne lîstika  bi zaravayê kirmançkî yê Kurdî hatibû nivîsandin a bi navê 'Halê Ma" li Eywana Şanoyê ya Fakîr Baykurt ya Çîgliya Îzmîrê da pêşandan . Lîstika ku ji aliyê Kadîm Tan ve hat nivîsandin û lîstikvanên wê bi giştî amator bûn ji aliyê temaşevanan ve bi eleqeyeke mezin hat temaşekirin.