Li Silêmanî pirtûka 'Mîrza Mengurî û Mêjuya Jin' hat danasîn

  • 12:08 27 Cotmeh 2021
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka bi navê "Mîrza Mengurî û Mêjuya Jin" a ji aliyê Raz Îsmet ve hatiye nivîsandin li Silêmanî hat danasîn. 
 
Duh êvarê li navenda Rewşenbîran a Rehend û Roman a bajarê Silêmaniyê pirtûka bi navê "Mîrza Mengurî û Mêjuya Jin" a ku ji aliyê Raz Îsmet ve hatiye nivîsandin ji bo xwendevanan hat danasîn. 
 
'Ev pirtûk derbarê dîroka jinê de ye' 
 
Dr. Kamuran Mehemed ê danasîna pirtûkê û behsa naveroka wê kir wiha got:"Ev pirtûk derbarê dîroka jinê de ye û her wiha girîngiya fikrên dîroknasa Rojhilata Kurdistanê Mîrza Mangurt raxistiye ber çavan."
 
Piştî nasandina pirtûkê beşdaran nêrînên xwe yên derbarê pirtûkê de anîn ziman û nivîskara pirtûkê Raz Îsmet bersiva beşdarên ku nêrînên xwe anîn ziman da.