Li Silêmanî pirtûka 'Mîrza Mengurî û Mêjuya Jin' hat danasîn 2021-10-27 12:08:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka bi navê "Mîrza Mengurî û Mêjuya Jin" a ji aliyê Raz Îsmet ve hatiye nivîsandin li Silêmanî hat danasîn.    Duh êvarê li navenda Rewşenbîran a Rehend û Roman a bajarê Silêmaniyê pirtûka bi navê "Mîrza Mengurî û Mêjuya Jin" a ku ji aliyê Raz Îsmet ve hatiye nivîsandin ji bo xwendevanan hat danasîn.    'Ev pirtûk derbarê dîroka jinê de ye'    Dr. Kamuran Mehemed ê danasîna pirtûkê û behsa naveroka wê kir wiha got:"Ev pirtûk derbarê dîroka jinê de ye û her wiha girîngiya fikrên dîroknasa Rojhilata Kurdistanê Mîrza Mangurt raxistiye ber çavan."   Piştî nasandina pirtûkê beşdaran nêrînên xwe yên derbarê pirtûkê de anîn ziman û nivîskara pirtûkê Raz Îsmet bersiva beşdarên ku nêrînên xwe anîn ziman da.