14'ê Kanûna 2015'an: Li Cizîrê qedexwe û berxwedan

  • 13:28 14 Kanûn 2018
  • Di Dîrokê De Îro
Qedexeya li Cizîrê ya 14'ê Kanûna 2015'an ku şahidî ji komkujiyan re kir ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hat îlankirin. Beriya ku qedexwe bê îlankirin li Cizîrê sewkiyatek mezin a leşkerî hat kirin  û ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve ji mamosteyên re bi rêya telefonê peyama ku dibistan bê dem ketine betlanê hat şandin. Ji yunrdên xwendekaran ku li herêmên qedexe  li wan hat îlankirin re jî nivîsa fermî hat şandin û hat xwestin ku yurd bên valakirin. Ji nexweşxaenyan re jî nivîsa " bila personel û malzemeyên we amade bin"  hatin şandin.  Piştî peyama walîtiyê 3 hezar mamosteyan neçe terikandin û çûn memlektên xwe.  
 
Piştî ku mamosteyan naçe terikandin gel dest bi berxwedanê kir û ji bo ku taxên xwe biparêzin naçe neterikandin.  Berdevka Meclsia Gel a Cizîrê ya wê de mê Asya Yuksel ku ji Ajansa JINHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin re nirxandin kir, diyar kir ku dewleta tirk pêvajoya şerê taybet kiriye dewerê û ev tişt gotibû: "Mamosteyên ku dewleta tirk şandibûn cizîrê ji bo ku zarokên me asîmîle bikin li vir bûn. Gelê me ji van polîtîkayên asîmîlasiyonê rizgar bû.  Ev encama berxwedanê ye li hemû gelê me pîroz be. Em ê zarokên kurdan bi felsefeya xwe perwerde bikin.  Çawa mamosteyên wan çûn wê mudurên wan ên emniyetê û qeymeqamên wan jî biçin." 
 
Gelê ku navçe û bajrên xwe neterikand heta 1'ê Adara 2016'an bû hedefa bomberdûmanê. Di encma êrîşên hovane ku li pêş çavên tevahiya cîhanê 3 mehan bê navber hatin kirin de bi sedan kes di jêrzmîn û stargehan de hatin qetilkirin. Piştî êrîşên hovane ku nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dan aşkere bûn ji bilî cenazeyên ku hatin tespîtkirin bi dehan cenaze jî hîna li bajarên cuda li goristanên bêkesan hatine definkirin û ji malbatên wan re agahî nayê dayîn.