13 Mijdar 1960: Li Sînemeya Amûdê 283 zarokên kurd hatin qetilkirin

  • 15:13 13 Mijdar 2018
  • Di Dîrokê De Îro
Li bajarê Amûdê di 13'ê Mijdara 1960'î de di dema ku 500 zarokên dibistana seretayî fîlm temaşe dikirin de agir bi sînemayê hat xistin û 283 zarkan di encma şewata ku derket de jiyana xwe ji dest dan.
 
Wê demê ji bo piştevaniya bi gelê Cezaîrê re ku li dijî Fransayê têkoşîna serxwebûnê didan li dibistanên Amûdê çalakiya nîşandana jîlmê sînemayê hebû û li hemû xwendekarên dibistanên seretayî temaşekirin fîl hat ferzkirin. Di çarçoveya vê çalakiyê de li sînemaye Amûdê ku xedî kapasîteya dikrae 120 kesî hilê ne bû bi 500 zarokên ku piraniya wan kurd bûn hat tijîkirin û fîlm hat destpêkirin. Fîlmê ku bi zarokan dan temaşekrir ji aliyê Misrê ve hatibû çêkirin û mijara wî şerê serxwebûnê yê Cezayîrê yê bi navê Cerimet Nifis El-Leyl  (Sûcdariya nîvê şevê) bû. Piştî ku fîlm dest pê kir bi demeke kurt şewat hat destpêkirin. Mamosteyan ji zarokan re got ji cihê xwe ranebin. Piştre ji ber şewatê qêrînê dest pê kir. Lê li ber derî 2 leşkerên Sûriyeyê hatibûn bicihkirin û deriyê sînemayê jî hatibû klîtkirin. Ji ber wê zark êdî nema karibûn derketa derve.
 
Piştî ku şewat li avahiya sînemayê ya ji textan belav bû gel berê xwe da sînemayê . Di nava kesên ku berê xwe dan sînemayê de Mihemedê Seyîd Axa jî hebû. Kesa ku Mihemedê Seyîd Axa agahdar dike xwişka wî Dilşa ye.  Dilşa dibêje ku li sînemayê şewat derketiyê, du zarokên wê jî li sînemayê ne û leşker nahêlin ku kesek bikeve avahiya sînemayê. Li ser vê Mihemedê Seyîd Axa berê xwe dide sînemayê û her du leşkerê li ber deriyê sînemayê dikuje. Mihemed piştre jî derî dişikîne û dikeve sînemayê. Ji bo ku zarokan rizgar bike hewldaneke mezin dide. Xwişka wî dibêje ku carekedin nekeve sînemayê zarok li vir in lê Mihemed careke din dikeve sînemayê. Mihemed di dema ku ew ê komek zarokên din rizgar bike bi ser de rivînên agir dikevin  û ew jî bi 283 zarokên di hundirde mane re jiyana xwe ji dest dide. Bi dehan zarok jî birîdar dibin. 
 
Keraseta Sînemaya Amûdê li gel ku gelek dem di ser re derbas bûye jî hîna di hiş û mêjiyê mirovan de zindî ye û derbarê sedma şewatê de tu agahî nehatine bidestxistin.
 
Nemirina teknîsyenên li sînemayê û nevekirina lêpirsîneke derbarê şewatê de di de diyar kirin ku ev şewat bi zanebûn hatiye derxistin.