11'ê Mijdara 2010'an: Kampanyaya 'Em ji ber qirkirina jinan di îsyanê de ne'

  • 17:14 11 Mijdar 2018
  • Di Dîrokê De Îro
Kolektîfa Femînîst ya Stenbolê (ÎFK), di çarçoveya kampanyaya "Em jî ber qirkirina jinan di îsynê de ne" cîvîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku xizmên jinên jiyana xwe ji dest dan jî tevli bûn de, derbarê qtlîamên jinan de agahdariyên hiqûqî û polîtîk hatin dayîn; fîlmê kmapanyayê hat nîşandan û daxuyanî hat dayîn.
 
Di daxuyaniya ku hat dayîn de jinan wiha bang li hikûmetê dikir: "Di serî de Serokwezaret, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Dadê, Wezareta Dewletê ya ji Malbatê Berpirsiyar, Muduriyeta Emniyetê, dadge, dozger, parlamenter û şaredar her wiha em dixwazin ku hemû saziyên dewletê yên têkildar bi lez ewlehiyê bigirin." Wê demê pirsgirêkên qanûna bi hejmar 4320 û di rapora têkildar de dihat xwestin ku qanûn bê guhertin. Di doyaya ku ji bo çapemeniyê hatibû amadkirin de danesîna hevkarên kampanyayê jî hebû kirin. Di vê belgeyê de dihat gotin ku saziyên wekî, Feminîstên Serbixwe, Amargî, Flmmor, Kadav, Mor Çati, Kolektîfa Feminîstên Sosyalîst, Medîz û Komeleya Çareseriyên Nû ya Mafên Mirovan a Jinan bi hev re ev kampanya dane meşandin.