29'ê Cotmeha 2016'an: Bi KHK'ê di serî de JINHA 15 Saziyên çapemeniyê hatin girtin

  • 12:55 29 Cotmeh 2018
  • Di Dîrokê De Îro
Piştî hewldana darbeya 16'ê tîrmeha 2016'an li Tirkiyeyê bi Rewşa Awarte (OHAL) ku hat îlankirin re bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) ku hatin derxistin di serî de çapemeniya kurd gelek saziyên çapemeniyê yên muxalîf hatin girtin. Ji van KHK'yan yek jê jî ya ku di 29'ê Cotmeha 2016'an de hat derxistin ya bi hejmara 675'an bû. Bi vê KHK'ya ku hat derxistin re Ajansa jinê ya 1'emîn a cîhanê Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ya ku di 8'ê Adara 2012'an de dest bi weşana xwe kiribû hat girtin.  Li gel JINHA'yê Rojnameya Ozgurgundem, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Rojnameya Azadiya Welat û Yuksekova Habar jî di nav de 10 rojname, 2 ajansên nûçeyan û 3 kovar hatin girtin.
 
Piştî biryara  girtinê JINHA bi daxuyaniya  "Bêyî ku em bifikirin wê mêr çi bibêjin ew ê JINHA nivîsandina xwe berdewam bike" bertek nîşanî girtinê da û di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Jinha îroa bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya hat derxistin hat girtin. JINHA'ya ku li dijî hemû astengî, êrîş, binçavkirin, û girtinan bêdeng nema, ew ê bi KHK'ê jî neyê bêdengkirin. Ew ê JINHA her dengê jinê û têkoşîna jinê be û wê xebata xwe berdewam bike.
 
Ew ê JINHA li dijî biryarên dewlet û  hikûmeta baxiksalar serî netewîne, bêyî ku bibêje 'Mêr çi difikirin' wê bibe dengê jinan û nivîsandina xwe berdewam bike."