23'ê Cotmeha 2011'an: Li Erdîşa Wanê erhej çê bû

  • 12:36 23 Cotmeh 2018
  • Di Dîrokê De Îro
Li Erdişa Wanê di 23'ê Cotmeha 2011'an de erdheja pîleya wê 7.2 bû çê bû. Di 9'ê Mijdarê de jî li Edremitê dîsa erdheja pîleya wê 5.6 ya duduyan pêk hat. Di herdu erdhejan de hemû navçe kil bûn. Gelek kesî jiyana xwe ji dest dan. Di encama herdu erdhejan de 644 kesî jiyana xwe ji dest dan û 1966 kes jî birîndar bûn. 252 kes jî ji bin bermahiyê de hatin rizgarkirin. 
 
Piştî erdhejê gelek kesî bajar terk kirin gelek kes jî di konteyniran de hatin bicihkirin. 
 
Ji 2011'an heta niha gelek erdhejên biçûk pêk hatin. Ji ser erdhejê 7 meh derbas bû lê hîn jî şopên birîna erhejê derbas nebûye.