5'ê Cotmeha 2014'an: Jinekê li Girê Miştenûrê dîrok nivîsî

  • 14:12 5 Cotmeh 2018
  • Di Dîrokê De Îro
KOBANÊ - Jina kurd a ku li Efrînê çavê xwe li jiyanê vekirin Dîlar Gencxemîs (Arîn Mîrxan) piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kirin di nava Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de cihê xwe girt .Di pêvajoya ku hem li rojhilat û hem jî li başûrê Kobanê li 50 cihî pepevçûn hebûn de Arîn dest bi amadekariya çalakiyê kir.
 
Di dema ku li cihê herî stratejîk Girê Miştenûrê pevçûnan berdewam dkir, Fermandara Tîmê ya YPJ'ê Arîn, DI 5'ê Cotmeha 2014'an de saet di 16.00'an de li gir  'çalakiya fedayî' li dar xist' di encma çalakiya ku Arînê li dar xist de hat aşkerakirin ku bi dehan çeteyên DAÎŞ'ê mirine.
 
Piştî ku Arînê Girê Miştenûrê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kir, hêzên YPG û YPJ'ê jî berxwedana xwe berfirehtir kirin. Herwiha di berxwedan û rizgarkirina Kobanê de jinên ku pêşngtî kirin mohra xwe li Şoreşa Rojava ya Jinê dan.