2'ê Îlona 1992'yan: Genetîkvan Barbara McClintock jiyana xwe ji dest da

  • 18:19 2 Îlon 2018
  • Di Dîrokê De Îro
NAWEVENDADA NUÇEYA - Barbara McClintock a ku di qada genetîka hucreyê de dixebitî, di sala 1930'î de bi keşfa 'genên dipengizin' xelata nobelê girt. Ji ber ku ew jin bû bi salan xebatên wê nehat xwestin ku bê dîtin. 
 
Barbara di sala 1902'yan de li Amerikayê ji dayik bû û di sala 1927'an de li Zanîngeha Cornellê navê doktorayê girt. 
 
Cîhana zanistiyê nexwest ku wê bibîne û difikirîn ku ew dîn e. Di salên 1960 û 70'ê de xebatên wê êdî hatin dîtin. Di 1983'yan de hîn bû ku ji radyoyê wê xelat girtiye.