19'ê Tebaxa 1995'an: Jin li dijî êrîşa zayendî ya di bin çavan de daketin kolanan

  • 11:16 19 Tebax 2018
  • Di Dîrokê De Îro
Di 21'ê Tîrmeha 1995'an de Ji aliyê Muduriyet Emniyetê ve Leman Çalelîkaslan a hatibû binçavkirin. Leman diyar kir ku ew li qadeke daristanê ji aliyê tîmeên Têkoşîna bi Terorê re bi êrîşa zayendî re rûbirû hatiye hiştin û hatiye tecawizkirin. Heriwiha Lemanê diyar kir ku ew di dema lêpirsîna li Muduriyeta Emniyetê de jî ji aliyê 3 polîsan ve bi êrîşa zayendî re rûbirû maye. Leman piştî vê êrîşê bi rojan xwîn winda kir. Dema ku ew birin girtîgehê jî ji ber ku Lemanê nexwest xwe tazî bike doktor rapora ku li şopa muameleya xirab nehatiye rasthatin da.  Leman di 9'ê Tebaxê de serlêdana sûc li dozgeriyê kir û got ku tecawizî wê hatiye kirin û daxwaza sewkirina nexweşxaneyê kir. Piştî bi rojekê dema ku ew sewkî Tipa Edlî kirin Lemanê vê carê jî doktora jin xwest. Ji ber ku ev daxwaza Lemanê jî bi cih nehat muayene red kir.
 
Leman di 17'ê Tebaxê de li gel cendirmeyan şandin nexweşxaneya ku lê hat muayenekirin. Doktor wê demê jî got ku ji ber dem di ser re derbas bûye ew nikarin tişta bûye tespît bikin.
 
Ji bo ku tecawiza li Leman Çelîkaslan şermezar bikin di 19'ê Tebaxa 1995'an de li kolana Mîsê a Taksîmê komên xweser ên jinan û jinên sendîkayî û partîzan çalakiya porotestoyî pêk anîn. Di çalakiya ku hat kirin de wiha hat gotin: "Li her derê her dem jinên ku bi tecawizê re rûbirû dimînin ew ji wan re dibêjin ku 'Ev ne şerma te ye kesên tecawizî te kirin teşîr bike.' Em dibêjin ku tesxwîtkirina tecwizê zahmet e û divê ku îfadeya jinê wekî delîl bê nîşandan."
 
 
25'ê Mijdara 1995'an  komên jinan ên li Enqereyê ji bo Leman Çalişkan derbarê êrîşa zayendî û îşkenceya lê hat kirin de serlêdana sûc kirin.