27'ê Tîrmeha 2016'an: Tîma yekem a jinan bi sekanê Antlantîk derbas kir

  • 13:56 27 Tîrmeh 2018
  • Di Dîrokê De Îro
Tîma yekem a sekanê ku ji jinan pêk dihat okyanûs derbas kir û bi ser ket. Jinên ku di 7'ê hezîranê de ji New Yorkê dest bi kişandina sekanê kirin, di 27'ê Tîrmeha 2016'an de gihîştin peravê Îngilistanê .Rêwîtiya jinan a ku 48 roj, 13 saet, 49 deqe û 9 xulekan berdewam kir, li giravên Scîlly ên li ketina Bahra Manşê wekî ku di serî de hatibû plankirin bi dawî bû.
 
Kaptaniya tîma ku ji 5 jinan pêk dihat, jina 49 salî ya xwediya xelata olîmpyatê ya zîv Guîn Battan bû. Guîn, di olîpiyatên Sydney ên 2000 de hêjayî xelta zîv hatibû dîtin. Endama tîmê ya 20 salî Molly Brown jî wekî sporvana herî ciwan a ku Atlantîk bi sekanê derbas kir di dîroka sporê de cihê xwe girt.