4'ê Hêzîrana 1913'an: Emily Davison jiyana xwe ji dest da

  • 11:59 4 Hezîran 2018
  • Di Dîrokê De Îro
Emily Davison di 4'ê Hezîrana 1913'an de ji bo balê bikişîne mafê jinê yê hilbijartinê, dema pêşbaziya Kraliyetê de bi flamaya tevgera Sufrajetê, xwe avêt pêş hespa 5'emîn a George'yê. Armanca wê ew bû ku mafê jinê yê hilbijartinê bide bihîstindandin. Emliy a ku bi awayekî giran birîndar bû di 8'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Çalakiya ku kir pir bi bandor bû. Çimkî 300 hezar kesî li pêşbaziya hespan temaşe dikirin. Her wiha dîmenê pêşbaziyê jî dihat kişandin. 
 
Emily Wilding Davison di 11'ê Cotmeha 1872'an de li Blackheatha Londrayê ji dayik bû. Li Zanîngeha Oxford'ê ya Royal Holloway College'ê xwend. Di 1906'an de beşdarî Yekîtiya Jinan a Civakî û  Polîtîk (WSPU) bû. Piştî 3 salan dev ji pîşeya xwe ya mamostetiyê berda û ji bo mafê jinê yê hilbijartinê têkoşiya. Emily 8 caran ket girtîgehê. Beşdarî protestoyên ji bo mafê hilbijartinê yê jinê bû.