8’ê Adara 2012: JINHA dest bi weşanê kir

  • 09:53 8 Adar 2018
  • Di Dîrokê De Îro
Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hat girtin, di 8’ê Adara 2012’an de dest bi weşanê kir. Li dijî serdestiya mêr a di çapemeiyê de ji bo bibe deng û gotina jinê bi dirûşmeya ‘Û em zimanê çapemeniyê diguherin. Ji me û şûnde wê capemeniya cîhanê ne wek berê be’ dest bi weşanê kir.
 
JINHA’yê ji bo nêrînên mêran bişkînin, ji bo zimanê wan yê mêr biguherin ji kameravanan bigire heta nûçegîhan, heta wênekêşên wan, heta edîtor, şefa nûçeyan, midûra nûçeyan  hemû xebatkarên ajansê di çapemeniya alternatîf de helwestek muxalîf nîşan dan û hemû jin in. JINHA’yê hem wek rojnameger û hem jî wek têkoşîna jinan xebatên xwe meşand.
 
Di encama têkoşîna mafdar û helweta bi biryar a JINHA’yê de rojname û televîzyonên sala ewil nûçeyên wê bi kar neanîn êdî JINHA referans girtin. Li ser vî esasî nûçegîhanên di serî de çûn Rojava, nûçegîhanên JINHA’yê bûn.  Ajansa ku yekem car îlan kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye dîsa JINHA bû.  Nûçegîhanên JINHA’yê  nûçegîhaniya şer jî kirin û şerê li Sûriyeyê şopand. Nûçegîhan tevî ku çend caran li Halep û Iraqê bûn hedef jî şerê germ ji gel re ragîhandin.
 
Her wiha di êrîşên li hemberî Şengalê de yekane nûçegîhana li Şengalê bû dîsa nûçegîhana JINHA’yê bû.  JINHA ku di sala 2016’an de bi dildaran re 100 xebatkarên wê hebûn, li Rojava jî gihişt heman serkeftinê. Heta bi KHK’ê hat girtin, di serî de li Kobanê û Qamişlo li gelek bajaran nûçegîhanê wan hebûn û li Şengalê nûçegîhanên wan, li Silêmaniyê jî şax vekir. Li Tirkiyeyê jî li Amed, li Stenbol, Wan û Enqereyê şaxên wê hebûn. 
 
Nûçegîhanên herêmê gelek caran rastî êrîşan hatin û bûn hedefa polîsan. Nûçegîhanên wê hatin binçavkirin  û girtin. Nûçegîhanên JINHA’yê yên di qedexeya derketina derveya Cizîrê de bûyer şopandin li taxên şer lê hebû rojnamegeriya aştiyê kirin.  Nûçegîhanên JINHA’yê ku li qadên şer nûçegîhanê kirin bi dehan carî hatin gulebarankirin.
 
Li Farqîn, Sûr, Sîlopî, Nisêbîn, Dêrikê di qedexeyên derketina derve de nûçegîhanan bi mehan nûçe çêkirin û di pêngava rizgarkirina Şengalê de jî şer şopandin. JINHA’yê 5 salan  tevî êrîşan tu gav şûnde navêt û nûçegîhaniya jinê meşand.
Ji jinên ji bo xwezayê têdikoşin heta jinên têkoşîna sendîkayî didin, ji zarkên rastî îstîsmara zayendî hatine heta kedkarên bi KHK’ê hatine îxrackirin, ji berxwedêrên bedena xwe dan ber birçîbûnê heta LGBTÎ’yên hatine qetilkirin, bû dengê hemû jin û zarokên rastî şîdetê hatine.
 
JINHA di 29’ê cotmeha 2016’an de bi KHK’a ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye derxistin hat girtin. Bi JINHA’yê re, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê û rojnameya Azadiya Welat a ji 2002’an heta hat girtin weşan dikir hatin girtin.