12'ê Çileya 1931'ê: Leyla Erbîl ji dayik bû

  • 12:39 12 Çile 2018
  • Di Dîrokê De Îro
Îro rojbûna nivîskar Leya Erbîl a ku bi gotinên xwe yên wekî, "Ez li ser çima li cîhanê tu kes ne wekî xwe ye pirtûkekê binivîsim...Ez li vê derê sedema tunebûna wijdan a li vî welatî binivîsim..." di bîra mirovan de cihê xwe girtiye ye.  Leyla a ku di 12'ê Çileya 1931'ê li Stenbolê ji dayik bûye û li Zanîngeha Stebolê beşa Wêjeya îgîlîz qedandiye.  Leyla ya ku di pola dawîn de dest ji zanîngehê berda, bi pirtûka xwe ya çîrokan a bi navê "Ugraşsiz" dest bi nivîskariyê kiriye û çîrokên wê di Kovara Çîrokên Bijarte, Gîderek Dost, Yenî Ufuklar, Yedîtep, Ataç, Paurus û kovara Yelken de hatin weşandin. Leya ya ku nivîskarî kiriye ji bo xwe fikrên Sîgmund Freud wekî çavkanî girtine.