Femînîst tevli doza derbarê êrîşa zayendî de bûn

  • 11:48 7 Çile 2018
  • Di Dîrokê De Îro
Jinên Femînîst ji bo jina ku di sala 2001'ê de ji aliyê polîsan ve li Şîkeyê ji gel hevalê xwe hat revandin û bi êrîşa zayendî re rûbirû ma daxuyaniya çapemeniyê ya bi îmze dan û daneşîn şopandin.
 
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku sûcekî organîze hatiye kirin, qereqola Şîleyê hewl dide  ser bûyerê bigire û hat diyarkriin êrîşkaran ne ji ber ku ji rê derketine ev êrîş pêk anîne, bi hêza pîşeyê xwe û bi piştgiriya serdestiya mêr ev sûc kirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em jin dixwazin ku hem polîsên tecawizkar, hem jî hemû tecawizkar û heta kesên dixwazin tecawizkaran ceza nakin bibînin ku cezayê xwe dikişînin."
 
Di daneşîna kanûna 2002'yan de tenê poîsekî ceza girtibûn û du kesên din ku ji heman dozê dihatin darizandin hatibûn beraetkirin.