22'yê Kanûna 2001'ê: Jinan li girtîgehê şîdet şermezar kir

  • 13:06 22 Kanûn 2017
  • Di Dîrokê De Îro
Di sala 2000'an piştî xistina meriyetê ya Girtîgehên Tîpa F rojiya mirinê hatibû destpêkirin û di encma vê çalakiyê de gelek kesî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî bi pirsgirêkên tendirustiyê re rûbirû ma. Operasyona ku di 19'ê kanûna 2000'an de li girtîgehan hat destpêkirin şîdeta li girtîgehan derxist asta herî jor. Piştî 19'ê kanûnê li Stenbolê jî komên cur bi cûr ku ji jinan pêk dihatin hatin cem hev û biryara ku bi jinên girtî re piştevaniyê bikin dabûn. 
 
Li ser agahiyên mirinê yên ji gritîgehan û tecrîda li Girtîgehên Tîpa F ji bo girtiyan bi dirûşma 'Em ji jiyana girtiyan bi fikarin' dest bi çalakiyê kirin. Jinên ku di çalakiya xwe ya yekem de nepoxên li ser wan 'Em ji jiyana girtiyan bi fikarin nivîsandin' dest bi çalakiyan kirin, piştre heftê carekê saet di 13.00'an de ji Postexwneya Galatasarayê ji jinên girtî re name şandin û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyan de çalakger bi êrîşa polîsan re rûbirû diman û gelek caran jinên çalakger dihatin binçavkirin.
 
Herwiha çalakiya dawî ku di 22'yê kanûna 2001'ê de hat kirin jî bi binçavkirinê bi encam bû.