26'ê mijdara 2011'an: Piştî erdheja li wanê piştevaniya mor hat damezrandin

  • 12:01 26 Mijdar 2017
  • Di Dîrokê De Îro
Li Wanê piştî erdheja 23'ê cotmeh û 9'ê Mijdara 2011'an ku pêk hat, Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD), Kolektîfa Femînîst a Stenbolê, Komeleya Mafên Mirovan a Jinan - Ya Çareseiyên Nû, Weqfa Piştevaniya bi Jinan re, Komeleya Jinan a Mûşê, Kolektîfa Sosyalîst  Femînîst, Komeleya Dengênjinên Jin a Wanê û li gel rêxistinên jinan ên wekî Mor Çati, Amargî ji gelek herêmên tirkiyeyê Femînîstên Serbixwe hatin gel hev komeke bi navê Piştevaniya Mor  ava kirin. 
 
Femînîstên ku ji bo pitevaniyê çûn wanê peyama wan wiha bû:"Kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan herî zêde jinên ku li malê dixbitîn bûn. Ji erdheja ku li Wanê pêk hat tenê bajar zerar nedît jin û zarokan jî ji  vê erdhejê zerar dît. Li Wanê ji ber ku zincîra avahiyan baş nehat bikaranîn 35 kon hene. Di her konekî de bi kêmanî 8 -10 kes hene. Ji jiyana piranî ya li gel hev herî zêde jin bi bandur dibin. Ji ber ku hem kar li ser milên wan dimîne û hem jî tacîz û îstîsmara zayendî zêde dibe.  Ji ber ku binesaziya bajarê konan qels e di van konan de pirsgirêk tên jiyîn. Li konên ku serşoya jin û mêran li hemberî hev e, jin an naxwazin biçin serşoyê û yan jî ji aliyê hevjînê xwe ve tên astengkirin. Ji ber vê nexweşiyên cûr bi cû dibe ku derkevin. Bi kurtasî şêdeta li ser jinê ya civakî ya nava malê li gel karastê jî berdewam dike."
 
Çavkanî: Çatlak Zemîn