25'ê Mijdarê 1960: Ji qetilkirina Mîrabelliyan heta Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî

  • 13:04 25 Mijdar 2017
  • Di Dîrokê De Îro
Li Komara Domînîkê ku ji aliê Trujîllo ve dihat rêvebirin jinên pêşeng ên Tevgera Guhertina Civakî  Patrîa, Mînerva û Marîa Teresa Mîrabel ku xwişkên hev hev in di 25'ê Mijdara 1960'î de ji aliyê leşkerên ku ev girtibûn ve bi îşkenceya zayendî re rûbirû hatin hiştin û hatin qetilkirin.  Di sala 1981'ê de li ser pêşniyara jinên feminîst yên Latîn Amerîkayî û Karayîpê ku li payitextê Kolombiya Bogota civiyan ve  "25'ê Mijdarê wekî Roja Dawî ya Şîdeta li Ser Jinê" hat qebûlkirin. Neteweyîn Yekbûyî ji bi biryareke ku di sala 1999'an de girt 25'ê Mijdarê wekî "Roja Têkoşînê ya bi Tundiya li Ser Jinê re ya Navneteweyî"  îlan kir. Îro wekî li tevahiya cîhanê wê li Tirkiyeyê jî jin li dijî şîdeta mêr û dewletê qadan tijî bikin û li dijî şîdetê dengê xwe bilind bikin.
 
Lînka çavkaniyê : Çatlak Zemîn