Jinên Arjantînê di grevêde ne

  • 09:19 20 Cotmeh 2017
  • Di Dîrokê De Îro
Li Arjantîna ku her ji 21 saetekê carekê jinek tê qetilkirin û ji 36 saetan carekê de jî jinek rastî şîdetê tê, piştî ku zarokek keç ya 16 salî ya bi navê Lucîa Perez rastî tecawizê hat û hat kuştin, jinên Arjantînê di 20’ê îlonê de saetekê grev îlan kirin.
 
Li Arjantînê ji sala 2008’an heta niha di kuştinên jinan de ji sedî 78 zêdebûnek heye. Li welat ji bo pêşî li şîdeta li ser jinê bê girtin çend qanûn hatin derxistin lê ji bilî vê ti tedbîr nehat girtin. Jinên Arjantînê ji dirûşmeya greva dostên xwe yên Polonyayê bi bandor bûn û di protestoyên ‘#MiercolesNegro, #KaraÇarşamba’ cih girtin û reş li xwe kirin. Di protestoyan de daxwaz û muxatabên wan zelal bûn. Jinan bi dirûşma #NiUnaMenos ya di wateya ‘Em naxwazin êdî jinan bikin qurbanê şîdeta zayendî’ meşiyan û bi heman etîketê dengê xwe di çapemeniya civakî de dan bihistin.
 
Jinên Arjantînê bi armanca piştevaniyê li Paraguay, Peru, Ekvato, Bolîvya, Uruguay, Şîlî, Guatemala, Kolombiya, Brezîlya û Meksîkayê çalakî pêk anîn.