12'yê Tebaxa 2013'yan: Doguş Derya sonda wekhevî û femînistiyê xwar

  • 09:01 12 Tebax 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 28'ê tîrmeha 2013'yan de li bakurê Qibrisê di hilbijartina giştî de 4 jin wekî parlamenter hatin bijartin. Yek jî wan Doguş Derya bû û ji partiya Tirk a Komarê-Hêzên Yekgirtî (CTP-BG) tevlî hilbijartinê bibû. 
 
Doguş li dijî sonda ku hatî nivîsandin derket û diyar kir ku divê li gorî şert û mercên îro metna sondê bê nivîsandin. Doguş sonda wekhevî û femînistiyê xwar. Her wiha di hilbijartinê de nasnameya Doguş e femînistî ji hêla hîn derdoran ve nedihat qebûlkirin. Heman tişt ji hêla parlamenterên mêr ve di merasîma sondxwarinê de jî derket holê. Hîn parlamenter dema Doguş sondxwar parlamentoyê terk kirin.