4'ê Tîrmeha 2010'an: Akademîsyen Fusun Akatli jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 4 Tîrmeh 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Akademîsyen, nivîskar û rexnegir Fûsun Akatli ku di avakirina Pirtûkxaneya Xebatên Jinê de cih girtibû, îro di sala 2010’an de jiyana xwe ji dest da.
 
Akademîsyen, nivîskar û rexnegir Füsun Akatlı îro koça dawî kir. Füsun di sala 1944an de li Stenbolê hatiye dinê. Füsun ku di vê beşê de dest bi karê asîstaniyê kir, bi hesreta xwe ya mamostetiyê derbasî Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hunerên Xweşik bû û dest bi dersên Dîroka Felsefeyê, Felsefeya Hunerê, Teoriya Agahiyê û ya Ziman kir.  Füsun a ku bi helbestvan Metîn Altıokê ku li Madımakê hat qetilkirin re zewicî bû ji vê zewaca xwe Zeynep Altiok anî dinê û piştî bi demekê dawî li zewaca xwe anî.
 
Fûsûn di sala 1989'an de li ser banga hevala xwe Şîrîn Tekelî beşdarî avakirina Weqfa Pirtûkxaneya Xebatên Jinê û Navenda Ragihandinê bû. Ji sala 1990’î heta mirina xwe di pêşxistina vê saziya ku damezrînera wê bû de cih girt û di rêveberiyê de cih girt.
 
Fusun di 4'ê TÎrmeha 2010'an de jiyana xwe ji dest da.
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1838: Li bajarokê Silkstone, yê Îngilîstanê, lehî rabû û ji ber ava ku ket kana madenê gelek ji wan zarokên keç 26 kes mirin. Vê karesatê Qanûna Maden û Kanên Komirê ya 1842-an guhert û piştî vê hat qedexekirin ku jin û zarok li binê erdê bixebitin.
 
1919: Bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de ya Mafên Jinan a li Îngilîstanê hat qebûlkirin, jinan mafên nû bi dest xistin. 
 
1934: Marie Curie, yekem zanyara jin ku Xelata Nobelê wergirt, 87 sal berê îro mir. Navê bi dirêjahî Marie Curie Maria Salomea Sklodowska ye. Marie di 7ê mijdara 1867ê de li Warsaw, Polonya ji dayik bû, di 1876 de dê û xwişka xwe winda kir. Li gorî pergala perwerdehiyê ya li Polonyayê, keçên ku dixwestin perwerdeya teknîkî an zanîngehê bibînin, neçar bûn ku biçin dervê welat. Marie ji bo perwerdehiya xwe çû Parîsê. Li vir, Marie perwerdeya xwe ya yekem di fîzîkê de û paşê di matematîkê de wergirt.
 
Marîa di sala 1934'an de ji ber penceşêra xwînê jiyana xwe ji dest da. 
 
2014: Peymana Stenbolê ya ku armanca wê pêşîlêgirtina şîdeta li ser jinan û şîdeta nav malê ye, ji aliyê Fransayê ve jî hat erêkirin. Fransa bû welatê 13'emîn ku ev peyman pejirand.
 
2017: Danişîna Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan a berê Fîgen Yuksekdag ku parlamenteriya wê hat xistin, piştî 242 rojên ku girtî ma daneşîna doza wê ya yekem hat dîtin. 
 
2017: Vekilliği düşürülen Halkların Demokratik Partisi eski Eş Genel Başkanı Figen Yüksekdağ’ın 242 gün tutukluluktan sonra ilk kez duruşması görüldü. Figen, Ankara 16'ncı Ağır Ceza Mahkemesi'nde  görülen duruşmada salona getirilirken, "Jin jiyan azadî" ve "Figen Yüksekdağ onurumuzdur" sloganları atıldı. Figen Yüksekdağ'ı savunmak için bin 17 avukat dilekçe verirken, yüzlerce avukat duruşma salonuna geldi.