19'ê Hezîrana 1990'î:Yekemîn civîna 'Ji Kontrola Bekaretê re Na' hat lidarxistin

  • 09:01 19 Hezîran 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 1990'î de li dibistin, wargeh, avahiyên dewletê kontrola bekaretê tim dihat kirin. Li dijî vê yekê gelek çalakî hatin lidarxistin. Jinên enqereyî jî çalakî li dijî vê yekê li dar xistin. Piştre ji bo jin bên gel hevdu kampanyeyek hat destpêkirin. Di 19'ê Hezîranê de Komisyona Jinê ya Şaxa ÎHD'a Enqereyê, Koma Perşembeyê, Lijneya Hewldana Weqfa Piştevaniya Jinê, Egit-Sen, Yekîtiya Tabîban, Komeleya Hemşîreyan, Koma Hêviya Ciwan, Koma Jinên Azad, Komisyona Jinê ya Partiya Sosyalîst, Komeleya Hiqûqnasên Nûjen, Koma Nîqaşê û Jinên Xwendevanên Zanîngehê beşdarî civîna yekem bûn. Li ser çarçoveya armanca kampanyaya "Ji Kontrola Bekaretê re Na, bedena me ya me ye" hat axaftin. 
 
Kontrola bekaretê bi salan wekî zexteke li ser jinan dewam kir. Di 21'ê Cotmeha 1998'an Wezareta Dadê biryar da ku di gilên sûcên tên şopandin de û xwesteka mexdûr bê girtin û di sûcên êrişên zayendî de û bi biryara dadger kontrola bekaretê bê kirin. Bi madeya  287'an a Zagona Cezayê Tirk biryar hat dayin bê xwesteka jinê dema kontrola bekaretê bê kirin dê ji 3 mehan heta salekê ceza bê dayin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
2019: Bi pêşengiya Kongreye Star û Komisyona Jinê ya Meclîsa Efrînê cara yekem ji bo mêran "Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Rûken" hat kirin. 
 
2020: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 15'ê Hezîranê de ji Edirne û Colemêrgê "Meşa Demokrasiyê ya li dijî Darbeyê" dest pê kir. Jinan di çarçoveya kampanyaya "Têkoşîna Jinê li her Derê ye" ya Meclîsa Jinê ya HDP'ê de ji Stenbolê heta Girtîgeha Tipa F a Kandirayê "Konvoya Xemrî" ava kirin.