29'ê Cotmeha 2016'an: JINHA û 15 dezgehên çapemeniyê hatin girtin

  • 09:07 29 Cotmeh 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Piştî hewldana 15'ê tîrmehê bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) biryarnameyek hat derxistin û di encamê de gelek sazî û dezgehên çapemeniyê hatin girtin. Yekane ajansa nûçeyan a jinan JINHA di 8'ê Adara 2012'yan de hatibû vekirin û di 29'ê cotmeha 2016'an de hat girtin. Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA), Rojnameya Rojane Azadiya Welat û ajansa nûçeyan a Yuksekova jî di nav de 10 rojname, 2 ajansa nûçeyan û 3 kovar hatin girtin. 
 
1692: Waliyê Massachusettsê Wîllîam Phips dawî li dadgehên pîrebokan (Salem) anî. Di 1692 û1693'yan de li Massachusettsê 30 kes hatin darvekirin û ji ber vê navê danişînê kirin Salem. 
 
1837: Harriet Powers bi eslê xwe Efrîkî ye li Emerîkayê hunera xwe ya dirûtina lihêfan bi pêş xist û îro hat dinê. 
 
1909: Rojnameya Deng Bidin Jinan a Britanyayê îro, jinên ku ji bo mafê dengdayînê hatibûn girtin, li girtîgehan dest bi greve birçûbûnê kiribûn û bi zorê mudaxale li wan hatibû kirin kir manşeta rojnameya xwe. 
 
1924: Danîlle Mîtterand berxwedêra 2'yemîn Şerê Cîhanê û her wiha li cîhanê wekî dostê gelan tê nasîn hat dinê. 
 
2005: Li Mala Jinan a Kardelenê ya Şaredariya Rêzana Amedê 500 jin tevlî qursê bûn. 
 
2006: Projeya Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Tecawiz û Destdirêjiyê ya di bin çavan de, aşkera kir ku di navbera salên 1997'an heta 2006'an di bin çavan de 236 jin bi taciz û tecawizê re rûbirû ma. 
 
2007: 3'yemîn Konferansa Jinên Ciwanên Azad bi tevlîbûneke mezin pêk hat. 
 
2015: Li Nepalê cara yekem jinek bû serokkomar. Bidhya Devî Bhandarî hêj di dibistana amadekariyê de di siyasetê de çalak cih girt û di 54 saliya xwe de bû serokkomara dewletê. Bidhya, her tim ji bo wekheviya di navbera jin û mêran de têkoşîn daye. 
 
2016: Koalîsyona Herêma Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn a Parêzvanên Mafên Mirovan a Jinê-WHRD, bertekek tund nîşanî binçavkirina Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, da û got divê demildest bên berdan. 
  
2017: Dadgeha Bilind a Hîndistanê di danişînekê de helwesta xwe wiha aşkera kiribû "Kurtaj û welîdin tenê biryara jinê ye".
 
2018: Fîlmê Les Filler du Soleîl (Keçikên Rojê) ê têkoşîna jinên kurd kir mijar, di 24'emîn Mîhrîcana Fîlman a Cenevreyê ya Navneteweyî de hat nîşandan. 
 
2020: Li bajarê Varşova ya Polonyayê jin li dijî qanûna kurtajê daketin qadan û çalakiya protestoyî li dar xistin.